• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Kanadayê Vedîtina Îzdehareke Nû

Li Kanadayê Vedîtina Îzdehareke Nû


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Pûşper 1, 2017, 11:15


Li Kanadayê vedîtina îzdehareke nû pêk hat. Îzdeharê nû pirr dişibe Zuula ji fîlma Ghostbusters, ji ber vê jî îzdeharê nû Zuul crurivastator binav kirine.

 

Paleontologên ji Royal Ontario Museum ya li Kanadayê ye dema xebatên xwe li Montanayê pêk tînin, bi tesadûfî rastî hestiyên Zuulê tên. Lewre lêkolîner li wê cihê xebatên xwe ji bo vedîtina hestiyên T-Rexê pêk dianîn. Lê di şûna hestiyên T-Rexê, hestiyên Zuul crurivastatorê bidest dixînin. Zuul ji malbata ankylosaurusê ye û îzdehareke giyaxwer û ji serdema Kretaseê ye. Kretase ji sê beşên (serdemên) jêrînî yên serdema Mezozoîk, serdema paşin e.

 

 Zuul xwediyê pozeke tenik û pahn, qiloçên dirêj û postê qalind e. Fosîla îzdeharê pirr kêm xesar dîtiye, li hin beşên piçûk yên îskeleta îzdeharê bi raçînka nerm nixumandiye. Lêkolîner ji ber ku hestiyên îzdeharê hema bêje qet xesar neditîne, pirr kêfxweş in û diyar dikin ku wê xebatên berfireh li ser raçînka îzdeharê pêk bihînin û bi heyecaneke mezin li benda bidest xistina agahiyên nû ne. Jêmahiyên îzdeharê wê agahiyên nû û berfireh yên ji serdema Kretaseê rabigihîne.

 

Çavkanî: The Guardian

dîtin: 202

Pêveker:

Îzdehar dinozor vedîtin Şûnwarnasî lêkolîn