• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Kerbela teqîn; 6 kes mirin

Li Kerbela teqîn; 6 kes mirin


barkirin: Pûşper 14, 2013, 9:31


Li gor agehiya jêdere herêmê li navenda bajarê Kerbela ya Îraqê wesayitek bombebarkirî teqiya û di encam de 6 kesan jiyana xwe ji dest da û 22 kes jî birîndar bûn.

Jêderekê ji polîsênKerbela ji malpera PUK media re ragehand ku evro danê êvarî wesayitekê bobebarkirî di nava bazara millî de hatiye teqandin û di encam de 6 welatiyan jiyana xwe ji dest dane û 22 welatiyên din jî birîndar bûne.

Her weha li gor zanînan li Bajarê Hile jî kesekê xwe kuj bombeya xwe teqandiye û di vê rûdanê de jî kuştî û birîndar hene. Lê belê der barê kuştî û birîndaran de agehiyek zelal nehate wergirtin.

Balkêşe ku di meha remezanê de jî li bajarên Îraqê rûdanên bi xwîn kêm nebûne.

dîtin: 111

Pêveker:

li kerbela teqîn 6 kes mirin