• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Kerkûkê gel ji bo referandûmê di nav heyecaneke mezin de ye

Li Kerkûkê gel ji bo referandûmê di nav heyecaneke mezin de ye


barkirin: Êlûn 19, 2017, 11:31


Li Kerkûkê bi beşdarbûna aliyên siyasî û xelkê bajêr, ji bo piştgiriya giştpirsiya serxwbeûna Başûrê Kurdistanê mîtîngeke mezin tê sazkirin.

Li Kerkûkê yekemîn çalakiya mezin a ji bo piştgiriya giştpirsiya serxwbûna Başûrê Kurdistanê birêve diçe. Îro (Sêşem 19-09-2017)  ji danê sibê ve hejmareke mezin ê nîştecihên bajêr li qada mîtîngê ya li nêzîk Kelha Kerkûkê civyan.

Di ahengê de Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê û Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl, Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm, nûnerên partiyên siyasî û fermandarên Hêzên Pêşmerge jî amade ne.

Kerkûkiyan di dema mîtîngê de alên Kurdistanê û lafîteyên ku li ser dirûşmên piştgiriya giştpirsiyê nivîsandine, bilind kirine.

 

dîtin: 29

Pêveker:

referandûma serxwebûna kurdistanê