• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Kobanê çeteyên Îslamî şikestin xwar

Li Kobanê çeteyên Îslamî şikestin xwar


barkirin: Gulan 5, 2014, 10:07


YPG êrîşeka çeteyên Îslamî bi tekoşîneka bêhempa ve piştdest kir û derbekî dijwar li çeteyan da.
Hêzîn Îslamî yên dirinde roja şemiyê êrîşekî gundekî başûrê Kobanê kiribûn. Li himber vê êrîşa çeteyan Yekîneyên Parestina Gel YPG li himber çeteyan kete nava tevgerekê û êrîşekî tund de. Di encama vê êrîşê hêzên çeteyên Îslamî carekî dîtir hatine tarûmarkirin.

Encama pevçûn û şerên van rojên dawî ji aliyê navenda ragihandina YPG ve bi ragihandinekê ve hate zelalkirin.

Di ragihandina YPG de hate diyarkirin ku 3 yê mihê li himber Girê Sêvê yê ku di destê YPG de ye ji aliyê hêzên DAIŞ ê ve êrîşek pêk hat. Çeteyên Ispamî bi 4 tankan û gelik çekên giran ve êrîşî çeperên YPG kirin.

Li gorî ragihandina YPG hepmeta bi navê – Girêdana bi şehîdên Girê Sêvê – ve hate destpêkirin û di encama vê êrîşê de 35 çete hatine kuştin, 1 kes zindî dîl ketiye dest û 4 meytên çeteyan jî ketine dest.

Li gorî ragihandina YPG çek û cebilxaneya ku ketî dest wehane; 4 keleşkof, 43 jerjul, 2 BKC, 1 Dokça(Çeka dijî firokan) ya 14,5, 1 çeka dijbefirokan ya 23, yek êlekê narincokan, 1 durbêna şevê, 500 guleyên keleşkofan, hezar guleyên keleşkofan, 564 guleyên doçkayan.

Li gorî ragihandina navenda ragihandinê ya YPG çeteyên îslamî piştî windayiyên giran neçar man ku birevin.

Di encama şerê dijwar de hate ragihandin ku 2 şervanên YPG jî şehîd ketine. Navê şehîdên YPG jî di ragihandinê de hate diyarkirin. Ruken Kobanê û Rizgar Efrîn (Reşîd Abdullah).

 

REWANBEJ

LI VÎDEOYÊ TEMAŞE BIKIN

dîtin: 531

Pêveker:

li kobanê çeteyên Îslamî şikestin xwar