• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Kobanê derbên giran  Li çeteyan tên xistin

Li Kobanê derbên giran Li çeteyan tên xistin


barkirin: Rezber 22, 2014, 5:57


Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê da xuyakirin ku bi vîneke mezin û çalakiyên xurt ên YPG/YPJ’ê re êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên duh ên li Kobanê hatine şikandin û destnîşan kir ku berxwedana Kobanê di roja 37. de dewam dike. Hat ragihandin ku di vî şerî de 36 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ku bi armanca dagirkirina Kobanê di 15’ê Îlonê de hatin destpêkirin di roja 37’an de dewam dikin.

Navendê diyar kir ku komên çete bi hêzên nû yên li derdora Kobanê civandiye re, ji duh bi şev heta ber destê vê sibehê êrîşî Kobanê kirine û got, “Hêzên me bi îradeyek mezin û bi biryar bersiv dan êrîşên çeteyan û ew têk birin. Komên çete hawan û topan davêjin navenda bajêr û ev topbaran dewam dike.”

LI ENIYA ROJAVA 33 ÇETE HATIN KUŞTIN

Di daxuyaniyê de ev agahî hat dayîn:

“Li eniya Rojava şevê din heta ber destê sibê êrîş û şer bê navber dewam kirin. Komên çete ji şeş milan ev êrîşî herêma Kaniya Kurdan kirin. Hêzên me jî bersivek tund dan van êrîşan. Li vê herêmê êrîşên komên çete hatin têk birin. Di encamê de wesayitek çeteyan hat derbkirin. Bi qasî ku hêzên me tespîtkirine li vê derê 26 çete hatin kuştin. Dîsa li heman eniyê, li kolana Şaredariyê şerê dijwar bê navber dewam kir û êrîş hatin şikandin. Li vê derê jî 7 çete hatin kuştin. Her wiha cenazeyek, keleşnîkovek û gelek alavên leşkerî ketin destên hêzên me.

ÊRÎŞÊN LI ENIYA BAŞÛR HATIN TÊKBIRIN: 3 ÇETE HATIN KUŞTIN

Li eniya başûr jî çeteyan şevê din êrîşên xwe ji sê milan ve pêk anîn. Êrîşên li vê herêmê jî hatin têk birin. Di şerê dijwar ê li vê herêmê de, bi qasî ku hatiye tesbîtkirin 3 çete hatin kuştin û gelek ji wan hatin birîndarkirin.”

dîtin: 106

Pêveker:

li kobanê derbên giran li çeteyan tên xistin