• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Marsê Qulên Penîrê Swîsreyê

Li Marsê Qulên Penîrê Swîsreyê


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Pûşper 1, 2017, 7:34


NASAyê li ser rûyê Marsê vedîtina "mêrga-penîrê Swîsreyê" pêk anî. Mars Reconnaissance Orbiter bi qasî dehûyek sal e li ser rojgera sor dixebite, zanyariyên ji wê rojgerê berhev dike. Ji zanyariyên nû yên Mars Reconnaissance Orbiter radigihîne, dihêt dîtin ku qulên li mêrga Marsê û qulên penîrê Swîsreyê pirr dişibin hev.

 

Lêbelê tiştê pirr ecêb û seyr ne tenê qulên penîrê Swîsreyê ne, li qafikê erdê Marsê çalikeke mezin û kûr heye. Lêkolîner ji ber wê çalika mezin û kûr heyirî ne û ji xwe pirsa "ev çi ye?" dipirsin.

 

"Mêrga-penîrê Swîsreyê" li nîvkada başûrê Marsê hatiye tespîtkirin. Qada karbondîoksîta cemidî xwediyê qulên cihêreng yên ne kûr e. Tevahiya Marsê ji ber krater û hejînê yên îlhama xwe ji meteor û volkanê werdigirin, hel diavêje. Lêbelê çalik, ji qulên penîrê mezintir û kûrtir e. Lêkolîner li ser vê meseleyê disekinin û dixwazin meseleyê çareser bikin.

 

Çavkanî: De Morgen

dîtin: 96

Pêveker:

mars penîr swîsre qul orbiter mêrg