• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Misirê Vedîtina Fosîla Mansourasaurusê Pêkhat

Li Misirê Vedîtina Fosîla Mansourasaurusê Pêkhat


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Befranbar 31, 2018, 8:59


Li çolistana Misirê vedîtina fosîla îzdeharekê pêkhat. Fosîla îzdeharê nû, hîpotezên li ser cureyên îzdeharê yên li Afrîkayê têk dibe. Mesela têkiliya îzdeharên li Afrîkayê bi cureyên din re hebûye û peywendiyeke payîdar pêk anibûye.

Lêkolînerên cihêreng bi xebata xwe li navenda Misirê, li çolistana Dakhlayê vedîtina fosîla Mansourasaurusê pêk anîn. Xebatên li ser fosîlê diyar dike ku îzdehar bi qasî 10 metreyê dirêj û kêmzêde 5.000 kîlogram (5 ton) giran e û 80 mîlyon sal berê li peraveke li rojhilatê okyanûsa Afrîkayê ku beriya deryaya navîn/spî hebûye, jiya ye. Ji fosîlên li parzemîna Afrîkayê yên heya a niha hatine vêdîtin, fosîla Mansourasaurusê fosîleke bêqusûr e.

Mansourasaurus li hember cureyên din yên li parzemîna Afrîkayê û Amerîkayê pirr piçûk e. Paleontolog Matt Lamanna di hevpeyvîna xwe de ya bi ajansa Reutersê re wiha dibeje; “Her çiqas em behsa dirêjî û giraniya vê cureya dewasa bikin jî, dema meriv bi cureyên din re muqayese dike, Mansourasaurus li beramberê îzdeharên din îzdehareke pirr piçûk bûye. Mansourasaurus dişibe cureyên din yên li parzemîna Ewropayê û Asyayê bûn.”

Lamanna wiha berdewam dike; “Ji vê fosîla nû diyar dibe ku di dawiya serdema Mezozoîkê de hin cureyên îzdeharê dikaribûn ji bakurê Afrîkayê berê xwe bidin başûrê Ewropayê û li wir bicî bibin, û hîpotezên weke îzdeharên ji parzemîna Afrîkayê li wê parzemînê asê mane jî ji holê radike.”

Çavkanî: Reuters

dîtin: 220

Pêveker:

zanist Îzdehar dini lêkolîn misir