• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Nisêbînê çekên giran têne bikaranîn

Li Nisêbînê çekên giran têne bikaranîn


barkirin: Rezber 2, 2015, 10:48


Li Nisêbînê qedexeya derketina kolana dighê rojekê. Şevîdî qedexe û ketina navgînên leşkerî yên giran bo nava bajêr ji aliyê Nisêbîniya ve bi lêdana beroş, teneke û sêla ve hate şermezarkirin.
Artêşa tirk ya ku di cîhanê de artêşek ji artêşên mezin tê zanîn êrîşî tenûra kir. Terûrên bajariya nanê xwe di pehtin ji aliyê leşkerên dagirker ve yek yek hatin xirabkirin. Ji ber ku beriya neha bombeyek di tenûrekê de teqiya bû êdî tenûrê Kurdistanê ji bo artêşa dagirker bûne cihê tirsê.
Ji dihunê ve înternet û xetên telefonê yên bajêr hatine birîn. Berbi nîvê şevê ve tank, panzêr û gelik navgînên leşkerî yên şer ketine nava bajêr. Carcaran elektrîka bajêr jî tê birîn. Hetanî neha di derbarê kuştî û birîndaran de bi berfirehî tu zanyarî nînin.
Li gel êrîşa Nisêbînê li çiyayê bagokê jî şer derket. Li gorî zanyariyan 19 kesê ku dixwestin biçin çiyê û pêş li şer bigrin ji aliyê artêşa tirk ve hatine binçavkirin.
Medya Tirkan dibêje ewana Gerillayek kuştine û leşkerek birîndare. Lê belê di derbarê şerê bagokê de hîna tu encam nehatine wergirtin.

Ji ber ku zanyarî bi rêka telefonên desta têne dayîn, li herêmê bi taybet xetên telefonên desta hatine birîn.

Hîna jî rewşa awarte li nava bajêr didome.

dîtin: 207

Pêveker:

li nisêbînê çekên giran têne bikaranîn