• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Qamişlo teqînek mezin

Li Qamişlo teqînek mezin


barkirin: Êlûn 15, 2013, 2:30


Îro piştî nîvro 2 çekdaran otombêleke bombekirî di nav Ketîbeya Hîmo ya girêdayî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de teqandin li tu ziyanek ya canî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) rû neda, tenê ew herdu çekdar hatin kuştin.

Ew teqîn îro demjimêr 15:00 danê piştî nîvro li nav hewşa Ketîbeya Hîmo ya girêdayî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li bajarê Qamişlo rû da, piştî ku otombêla bombekirî nêzî wê xalê bû nobedarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) teqe li wan kirin, tevî wê yekê ew otombêl ket nava hewşê û çekdaran ew otombêl teqandin û di encam de 2 çekdarên xwekûj hatin kuştin, lê tu kes ji welatiyên sivîl yan şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ne hatin kuştin.

Li daxuyaniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) otombêlek din yên grûpên çekdar jî çavdêriya wê otombêla bombekirî dikirin, lê piştî ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) guman li wan kirin ew reviyan, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dest bi operasyonekê li derdora gundê Hîmo kirin 3 gumanlêkirî desteser kirin.

dîtin: 314

Pêveker:

li qamişlo teqînek mezin