• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li her sê Kantonên Rojava jî ahenga Newrozê hebû

Li her sê Kantonên Rojava jî ahenga Newrozê hebû


barkirin: Adar 21, 2014, 8:50


Li her sê kantonên Rojavayê Kurdistanê, Cizîr, Kobanê û Efrînê jî pîrozbahiyên Newroza 2014’an bi beşdarbûna deh hezaran kesan pêk hat. Ji bo pîrozbahî di rewşeke aram de pêk were, YPG û komên gel ên dilxwaz, tedbîrên ewlekariyê girtin.

LI EFRÎNÊ PÎROZBAHIYA BI HEYBET

Pîrozbahiya Newroza Efrînê bi tevlîbûna deh hezaran kesî dest pê kir. Seroka Meclîsa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Efrînê Hêvî Mistefa axavtinek kir. Hêvî Mistefa da zanîn ku Newroza 2014’an dê bibe Newroza azadiya Rêberê PKK Adbulah Ocalan, her wiha Newroz li hemû gelê Kurd û pêkhateyên din ên Rojava jî pîroz kir. Hêvî Mistefa di axaftina xwe de her wiha diyar kir ku dê rêveberiya xweseriya demokratîk bibe bingeha demokratîkbûn û azadiya hemû pêkhateyên herêmê. Di pîrozbahiyê de her wiha payama bi dîmen a Hevserokê Desteya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê Cemîl Bayîk hate guhdarkirin. Her wiha peyama TEV-DEM’ê ya pîrozbahiya Newrozê jî hate xwendin.

Di pîrozbahiyê de her wiha peyama YPG’ê jî hate xwendin û hate gotin ku Newroz dê bibe roja azadî û demokratîkbûna hemû herêmê. Di axatina YPG’ê hate gotin ku ew ê soza ku dane ku dê buhara gelan a azadiyê û rêveberiya xweseriya demokratîk û buhara azadiya Rêberê PKK Abdulah Oclan biparêzin û erka xwe ji Kobanê heta bi Serêkaniyê dewam bikin. Di şahiyê de hunermend Bengîn ku ji Eworpayê tevlî şahiyê bûye stran pêşkêş kir.

LI KOBANÊ NEWROZ JI ALIYÊ SED HEZAR KESÎ VE HAT PÎROZKIRIN

Tevlî şer û pevçûnan jî li Kobanê bi beşdarbûna sedhezar Newroz hate pîrzo kirin.. Pîrozbahî bi rêzgirtinê û sirûda Ey Reqîb destpê kir.  Serokê Desteya Rêveber a Xweseriya Demokratîk a Herêma Kobanê Enwer Muslim, Serokên Desteyên herêmê, Nûnerên TEV-DEM, PYD, Pariya Çep a Kurd li Sûriyê û Partiya Demokratiya Kurd li Sûriyê jî tevlî pîrozbahiyê bûn.

Şervanên YPG û YPJ ên ku di şerê li dijî komên çete yên DAIŞ’ê birîndar bibûn derketin ser dike û ji welatiyan re axivîn.  Li ser navê şervanên birîndar şervanê YPG’ê Dijwar Qermûx axivî û Newroz li hemû gelê kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pîroz kir. Qermûx da zanîn ku hêzên wan bi hemû derfetên xwe amade ne ku herêmê ji êrîşên komên çete biparêzin.

Di pîrozbahiyê de peyama bi deng a Hevserokê Desteya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayîk hate guhdarîkirin. Her wiha payama TEV-DEM’ê hate xwendin.

Pîrozbahî bi stran, govend û şanoyên komên Şehîd Fîras, Şehîd Şîlan, Şehîd Perwîn, Şehîd Derwîş, Şehîd Peyman,Şehîd Sadiq û Şehîd Ednan bi dawî bû.

NEWROZA KANTONA CIZÎRÊ SILAV DA KOBANÊ

Şahiya mezin a Newroza bajarê Qamişlo bi coşeke mezin û bi rêzgirtinê dest pê kir. Di destpêkê de wezîr, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, kom û hunermed derketin ser dikê û gel silav kirin. Agirê Newrozê ji aliyê Dayîkên Aştiyê ve hate vêxistin û li gel tilîliyên dayîkan û durişmeyan kevok hatin firandin.

Di vê şahiyê de Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nîlufer Koç, Cîgira Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Cizîrê Elîzabet Gewriyê, Wezîrê Ciwan û Werzîşê Mihemed Cuma Îsa û cîgirê wî, Wezîrê Çavdêriya Bazaran Fener El-Kiêt, Endama Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Îlham Ehmed, nûnerên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Cîgira Wezîrê Karên Derve Emîne Osê, li ser navên Partiya Yekîtiya Suryanî Mûnîr Şemûn, li ser navê wezareta kar û barên olî Mihemed Melle, li ser navê rêxistina Asûriyên Demokratîk Nûra Yûsif, li ser navê Partiya Asûriya Demokratîk Wail Mîrza, nûnerên Yekîtiya Jinên Suryanî û gelek kesayetên navdar cihê xwe girtin.

Piştî rêzgirtinê pêşkêşvanên bernameya Newrozê bi zimanên kurdî, erebî û suryanî xêrhatina welatiyan û mêvanan kirin. Piştre şahî bi stranên Koma Şehîd Reyhan a zarokan dewam kir.

Piştre peyama Hevserokê Desteya Rêveber a KCK’ê Cemil Bayik a bi dîmen hate guhdarkirin û peyama TEV-DEM’ê hate xwendin.

Pîrozbahiyên ku êrîşên komên çete yên li Kobanê hatin şermezarkirin û piştgiriya berxwedana YPG’ê hate vegotin.

ANHA

dîtin: 448

Pêveker:

li her kantonên rojava ahenga newrozê hebû