• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li ser DAÎŞ 4 senaryoyên Emerîka

Li ser DAÎŞ 4 senaryoyên Emerîka


barkirin: Pûşper 6, 2014, 1:13


Ji aliyê Kongra Emerîka ve 4 senaryoyên di derbarê DAÎŞ û Iraqê de hatine aşkerekirin.

Li gorî rapora dûvdirêj ya ku ji aliyê Kongra Emerîka ve hatî aşkerekirin bi destnivîsa hejmareka zêde ya bisporên stratejîst yên Emerîka ve hate weşandin.
Rapora ku ji 17 rûpelan pêk tê 4 senaryoyên serekî di nava xwe de radigre.

Senaryoya Yekem; KU BEXDA BIKEVE

Wê demê dê hikumeta Malikî têk biçe û DAÎŞ dê wê Dewleta Îslamî ku eve demeke xeyala wê dike ava bike. Her çend bi temamî dagirkirina Bexda ne pêkan jî be, ketina dest ya beşekî mezin ya bajar an jî dorpêçkirina wê jî tê pêşdîtin. Li Bexda bi taybet jî li rojava û bakurê Bexda beşa pir ya nişteciyan Sunnî ne, eger ku rewşekî wisan bête jiyandin dê karibe bibe sedem ku Îran dest bavêjê deverê.

Senaryoya Duyem; PARÇEBÛNA IRAQÊ

Eger ku di destxistina DAÎŞ ya Bexdayê de serkeftin pêk neyê, hêzên desthilatiyê yên girêdayî Malikî nikaribin bera DAÎŞ bidin dê parçebûn pêk bê. Hêzên sereke yên wekî Sunnî, Şiî û Kurd di herêmên xwe de federasyon an jî hêzên leşkerî ava bikin.

Senaryoya Sêyem; ŞEREKÎ NAVXWEYÎ YÊ DEMDIRÊJ

Eger ku rewşa DAÎŞ ya heyî bi vî rengî li herêmê bidome, Rêvebiriya Herêmî ya Kurdan, Eşîretên Sunnî û Hikumeta Malikî û milîsên Şiî ji bo ku piştevanên xwe zêde bikin dê hêzên leşkerî yên girêdayî xwe bêhtir bihêz bikin û eve dê bibe sedema şerekî navxweyî yê demdirêj.

Senaryoya Çarem; VEGERA REWŞA BERÎ 2013 Ê

Hikumeta Iraqê; bi arîkariya şervanên Şiî, Suniyên dijî DAÎŞ û arîkariya hêzên derve ve dê karibe rêxistinê derbixe û sengerên windakirî şûnve bigre. Eve dê aloziya navbera Sunî û Şiî yan nerm bike lê dê çareseriyeka demdirêj bixwere ava neke.

dîtin: 443

Pêveker:

li ser daÎŞ 4 senaryoyên emerîka