• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li ser quncik nivîsandinê çend têbînî

Li ser quncik nivîsandinê çend têbînî


nivîskar: Mem Mîrxan
barkirin: Sermawêz 16, 2014, 11:40


1- Mirov di nivîsekê de nikare her tiştî binivisîne. Nivîsên quncik nîvîsên rojane ne. Ku polemik tê de tunebin dema kesên dixwînin piştî nivîs xwendin ji bir dikin û bala wan jî nakişîne.

2- Nivîsên rojane tenê xwendevanan agahdar dikin. Tiştekî îspat nakin, napeyitînin. Ku îspat bikin ji xwe dibin tez, gotarên zanistî û tiştên din. Ji ber wê hewce nake ku mirov sere xwe zêde pê re biêşîne.

3- Yên ku bi kurdî dinivisînin hinek ji wan ji kurdewariyê pir dûrketine. Gund nizane, kar nizan e, li meydana emeleyan kesî bi milê wî negirtiye û negotiye: “ tu bi min re were”, ne bajariye jî, jiyana bajêr, kevneşopiyên wê, dîroka hezar salan jî nizanin. Ez ji we dipirsim mirovê çawa nivîsa nivîskarekî wisa bixwîne. Ez nivîsa hemû nivîskarên kurd dixwînim. Kurdiya gelekan jê baş e. Lê jê hindik pir baş in, bi kurdiya gel dinivisînin. Naverok baş an nebaş dema nivîs hêsan be, tew ku kurdewar be jî helbet wê gelê bi keyfxweşî bixwîne. Wek rêbazek naverok çi dibe bila be divê her tim kurdewar be.

4- Jiyan û serpêhatiyên her kesî bixwe hem balkêş in, hem jî wê ji gelek xwendevanan re balkêş xweya dikin. Ji ber wê çi dinivisînin binivisînin xwe jî têxin navê. Jiyana xwe ya gund têxinê, serpêhatiyên bav û kalan têxinê, baxçê yarê kê tar û mar kiriye têxinê, hezkirinên xwe, lê ne serkeftinên xwe, têkçûnên xwe teqez têxinê. Bala we jî dibe ku kişandibe Risaleyên Saidê Kurdî ne tiştên gelek tevlîhev û nayêne fêmkirinin, berevajiyê wê mînakên xweş in, ku her kes jê fêm dike. Dema behsa bihuştê dike, hêviya mirov çêdike mirov dibêje: “ bi îhtimalek e mezin ezê jî herim cenetê” Cenemê jî tîne hundirê hewşa te û dibêje: “ ku agirê dojehê ji te re lazim e, kerem ke”

4- Li Tirkiyê ji derveyî Cengîz Çandar û çend nivîskarên din piraniya nivîskaran nivîsên kurt dinivisînin. Yilmaz Ozdîl nîv rûpela A4 dinivisîne, car caran ji wê jî hindiktir dinivisîne. Lê li tirkiyê yek ji wan nivîskaran e ku nivîsên wî herî zêde tene xwendin dîsa Yilmaz Ozdîl e. Du sebebê wê hene; Yek wek me got kurt dinivisîne, ya din jî tiştên hemû gel dibêje ew bi awayekî parzûnkirî herî xweşik û kurt wan hestên gel tîne ziman.

Nivîsa we ya destpêkê jî dibe ku pir dirêj be . Û dubare, sêbare, pêncbare tê de hebe. Bi demê re mirov hîn dibe. Û rojbiroj hem mirov kamil dibe, hem jî tûrê mirov vala dibe.Pîştî demekê tu bixwazî jî nikarî pir dîrej binivisînî. Ji cerebeya deh salan min fêm kir ku mirov mijara herî tevlihev û giran dikare bi yek paragrafekê jî bîne ziman. Mînak em bêjin mijara we bişavtin e. Hun dikarin li ser vê mijarê pirtûkekê jî binivisînin. Lew re bi hezaran mînak û çewisandinên bişaftinê li ser me hemûyan hene. Lê hun dikarin bi yek hevokekê jî mijarê bînin ziman “bişavtina spî neqediyaye hîn jî xetere ya wê berdewam dike” qediya çû. Tiştên dine hun bêjin kite kît û detay in. Her wisa nivîsê dirêj dikin. Ji bo xwendevanên kurdî  nivîsên dirêj întîxar e. Çiqas ji we, ji nave we, ji meqamê we, ji pirtûkên we hez jî bikin naxwînin.

5-Ji bo wê çend qelpî he ne.

Me got nivîskarên tirk kurt dinivisînin. Yê cîhanê jî wisa ne, kurt dinivisînin. Dema di lîseyê de me dersa gotar nivsandinê didît mamoste wek qalibek digot: “ Sê xalên girîng hene. Destpêk; mirov di paragrafa pêşîde wisa wisa dibêjin, naverok du paragraf û encam… Dost û hogirên hêja di dema me de ev şêweyê gotar nivisandinê bi giştî çûye ser sergo. Nivîskar piştî ku hevokek nivisand dibêje “entir” piştî hevokek din dîsa “entir” bi kurtî ez bêjim piştî her nuqteyekê(xalekê) entir dikin û qundcikê xwe dadigirin. Min jî 3-4 salên dawiyê wisa dikir. Car caran min nîvê rûpelekî dinivisî, û gelek jî dihatin ecibandin û xwendin. Pêşniyara min ji we re jî ev e: bi tîpên 14 punto ji A4rekê zêdetir tu carî nenivisînin. Bi pîvanên nivisandinê dibêjin 1500 karakter. Ji kerema xwe re vê pîvanê heta ji we tê derbas nekin. Bila di navbera me de be ku hun dirêj bikin jî sedî sed di nivîsa we de dubarekirin, sêbare kirin heye. Ev jî gelek xirab e. Hun bê hemdî be jî xwendevanan dikin şûne ehmeqan. Weke hun bêjin” xwendevano tedî min li jor jî got, lê dibe ku aqilê te têrê nekiribe ez careke din jî ji te re dibêjim “Asimilansyon gelek xirab e, bi zarokên xwe re bi kurdî bipeyivin” ez ji we re rastiyê bêjim di rewşeke wisa de tekez xwendevanê li ser rûpela we pîvazan hûrbike.

6- Di her nivisêkê de teqez dive hun tiştekî nû bêjin, an jî bibidin nişandan. Nû bûn buyer, resim, çavdêrî her çi dibe bila bibe. Di nivîsa we de yek tiştekî nû jî nîn e, ew çax ji lîjneya weşanê re wek şagirtên tiral bêjin “ êvarê ceyran çû” lewre tişta te nivisandiye pîra min jî dizane.Ez vê yekê wek rexne jî dibêjim. Nivîsa we çiqas dirêj dibe bila be ku tiştên we nivisandine ew gotinên ser tenure bin heyfa bişkokên klavyeyê ye, vala kevn nekin.

7- Derfet û siyaset çi ye ez nizanim. Ji bo me kurdan xwe rexnekirin mijarek gelek balkêş e. Hîn ew derfet nîn in ku mirov kêmaniyên siyasetê, şaredarî û rêxistina xwe binivisîne. Lê kî binivisîne tê xwendin. Mînak Delîl Korakoçan e. Hun jî wek kesekê endamî/ê vî gelî kêmaniyên xwe yê salên borî, pêşniyarên xwe, rexneyên xwe binivisînin. Minak hun şaredarbin serpêhatiyên we yê dema şaredariyê, kêmaniyên we, wê bala xwendevanan bêtir bikişînin. Carcaran henek, carcaran jî çîrokên germ ê nav gel, bi kurtî  çavdêriyên we bixwe zêrên zer in. Ku hun vana binivisînin, hunê di nava raya giştî ya kurdan de bibin fenomen.

7- Encam: Dibe ku car caran lîjneya weşanê mudaxaleyî sernivîsa we bike. Dibe ku mudaxaleyî naveroka nivîsên we jî bike. Heta nivîsek we neweşîne jî, qet dile xwe teng nekin, nebêjin nivîs namûs e û xwe nexeyidînin.

Berdewam binivisînin, hindik lê bila rindik be.

 

dîtin: 294

Pêveker:

li ser quncik nivîsandinê çend têbînî