• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li ser sînorê Tirkiyê û Suriyê teqîn: 24 kes mirin

Li ser sînorê Tirkiyê û Suriyê teqîn: 24 kes mirin


barkirin: Rêbendan 20, 2014, 9:09


Li ber deriyê sînor yê Oncupinar û Esselame ya Suriyê û Tirkiyê wesayitek bombebarkirî teqiya û di encam de herî kêm 24 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Li gor nûçeya T24 ya Tirkiyê, îro danê êvarê, li deriyê sînorî yê Esselame yê Suriyê ku dikeve beramberê deriyê sînorî yê Oncupinarê ku ev derî girêdayî bajarê Kilîsa Tirkiye, wesayitek bombe barkirî hate teqandin. Di encama teqînê de herîkêm 24 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn. Nûçe dibêje jikesênmirî 20 kesa li cihê bûyerê û 4 kesan jî li nexweşxanê jiyana xwe jidest dane.

Deriyê sînorî yê Esselame di bin kontrola hêzên Artêşa Azad de ye lê çekdarên DAIŞ’ê dixwazin kontrola derî bistînin.

dîtin: 436

Pêveker:

li ser sînorê tirkiyê û suriyê teqîn 24 kes mirin