• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Sêrtê panela Ziman û Wêjeya Kurdî

Li Sêrtê panela Ziman û Wêjeya Kurdî


barkirin: Hêzîran 27, 2014, 11:10


Komeleya Çand û Perwerdeyê ya Zehrayê ya Sêrtê panelek balkêş lidarxist. Bi vê panelê  Komeleya Zehrayê bi van kesên beşên xwe de pispor li ser edebiyata kurdî ziyafetek da. Ji Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê Prof. Dr. Kadri Yıldırım, Doç. Dr. Abdurrahman Adak, Alk. Doç. Dr. Hayrullah Acar, Hînd. Perw. Zülküf Ergün li ser Edebiyata Kurdî gotarên xwe pêşkêş kirin. Bernameya panelê bi axiftina Nurullah KİRAZê Serokê Rêveberîya Komala Zehrayê ya Sêrtê dest pê kir.

 

KİRAZ, axaftina xwe de got, perwerdeyî, huner, peywira pêxembera ne, vî demê de vê xizmeta he alim tînin cih. İro ev alimin hêja, dê li Sêrtê vê xizmetê xwe berdewam bikin. Komela me ya Zehrayê li Sêrtê heta niha bi çalakiyên ên edebî û çandî tê naskirin. Atolyeyên ziman, panelên edebî û zanistî standên pirtûkan, kermesên alîkariyê çend xebatên komeleya me ne.  Bi vê panelê jî Komeleya Zehrayê kesayetên beşên xwe de pispor têne pêşberê gelê Sêrtê.

 

Piştî axaftina Kiraz, panelê destpê kir, axaftina ewil Prof. Dr. Kadri Yıldırım kir. Yildirim wiha axift:

Di helbestan de mijara evinê  û tasavvuf çawa ku navend e li rojhilat de , ev mijarên he li ba Feqî, Mela û Xanî ji cihek navendî digire. Li gorî van nivîskaran ew evina ku eşqa xweda be, heqiqi ye. Eşqa Kerem û Aslı Ferhat û Şirîn, Mem û Zin eşqa mecazî ye  ku dibe sedeme gîhaştina eşqa ilahî.

Ehmedê Xani dîbêje ku heta mohra fermiyetê li ser vî zimani nekeve,  ev zimanê he qîmetê nabinê, dê bêrevaç be . Seidê Kurdî jî ma ye bin bandora Ehmedê Xani, ji  sedemê vê bandorê projeya Medreset-ul Zehra çekiriye ku zimanê kurdi zanîngehan de werê xwendin û ev ziman ji li  rex erebi û farisî bibê zimanê perwerdeyê.

Abdulhemîdê Padişahê wê demê ji bo Seidê Kurdî dev ji vê projeyê berde dibêje em dê maaş bidin te. Lê belê Seidê Kurdî dibêje ev ne maaş e, ev bertila bêdengiyê ye ku ez zimanê Kurdî bi diravan nafiroşim.

Çawa ku plana wan beredayi derket Bediuzeman xistin timarxanê gotin ev ê he dîn e, doktorek yên dînan anîn gotin doktor ji vî mirovî re raporek ya dînîtiyê binivîse. Doktor pişt re diçe ba Seidê Kurdî dibê eger ew dîn be evên em ji derve hemû dîn in. Rapora dînîtiyê nanivîse. Seidê Kurdi ji Kurda re dibijê min timarxane qabul kir lê min miliyeta kurdi lekedar nekir.

Abdurrehman Adak, axIftina xwe li ser  mijara “Li Herêma Sêrtê de Edebiyata Kurdî ya Klasîk”   kir. Adak, bi kurtasi Şeyh Ehmedê Feqîr, Mele Xelîlê Sêrtî, Şeyh Xalidê Zebarî, Şeyh Muhammed Fêrsafî (Şeyh Hazîn) da naskirin. Li ser xebatên wan yê giring   agahî dan. Adak got li Sêrtê wek Sultan Menduh, Şeyh Abdurrahmanê Şawirî, Şeyh Müşerref, Mele Ma’sumê Gundşêxî ( Dilbirînê Boti), Şeyh Hemzeyê Tiloyî, Seyîd Elîyê Findikî, Mele Nuri Ceylan wd. nezîkê 200 helbestvanên  Sêrtî hene, gelek helbestên wan min tomar kiriye , ez dê van xebatên xwe yen min li ser helbestvanên Sêrtê kirî wek pirtûkek çap bikim.

Hayrullah Acar axiftina xwe ya  “Di Serdema Meşrûtiyetê de Rewşa Ziman û Edebiyata Kurdî” de vaha got:

Edebiyata Kurdi de rojname û kowar dereng cih girt, ji bo vê yeke edebiyata nûjen de gelek pêş ve neçûye. Wek her demî wextê meşrutiyetê de jî bandorek siyasî li ser nivîskar û rewşenbirên kurdan hebû.

 

Zulkûf Ergûn li ser mijara “Di sedsala XXem de Rewşa Edebiyata Kurdî ya Modern” axiftina xwe kir. Ergûn axiftina xwe de wiha got: Edebiyata  rojhilata navîn sedsala 20îde bi tevayî maye bin bandora Rojava de. Modernî bi teqlidê dest pê kir ku ji bo vê yeke em dikarin bêjin modernbûna rojavayê ya derngmayî. Edebiyata kurdî ya modern ji wek wan gelên din berê  xwe daye Rojava . Jinan Edebiyata Kurdî ya Modern de cihek giring negirtine , helbestvanan  ev mesele helbestên xwe de anîne ziman. Xwestine ku jin di nav jiyanê de xûrt bibe, perwerde bibînin û di nav hemû aliyê jiyanê de ciyê xwe bistînin.

 

 

dîtin: 212

Pêveker:

li sêrtê panela ziman û wêjeya kurdî