• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Sêrtê zaroka/Jina 14 salî di mala xwe de kuştî hate dîtin

Li Sêrtê zaroka/Jina 14 salî di mala xwe de kuştî hate dîtin


barkirin: Befranbar 13, 2014, 12:24


Li Sêrtê navçeya Xizxêr gundê Beston Zarokeke/Jineke 14 salî hate kuştin.
Keçika ku li gorî nasnameya xwe ya fermî 14 salî ye û bi xwe ji Şax a ser bi Wanê ve ye,  di temenê 11,5 salî de hate zewicandin û weke buk bo gundê Beston hate şiyandin. Piştî 2 salan di temenê 13 salî de bû dayik û zarok jêre çêbû. Di encama zewaca bi zorê ya ji aliyê malbatê ve zaroka ku 13 salî, bû xwedî zarok. Zaroka duyem jî ji ber zûçêbûnê jiyana xwe jidest da. Zilamê zaroka/jina 14 salî Mehmet Atak leşkeriya tirkî dike. Di dema ku mêrê wê li leşkeriyê zaroka xwe ya 7 mehî ji ber çêbûna zû winda kir. Piştî vê bûyerê bi 2 rojan, (12.01.2014) zaroka/jina 14 salî li mala xwe kuştî hate dîtin. Keçik bi çekê hatiye kuştin.

Di encama vê rewşê de dozgeriyê malbata zaroka/jina bi navê Kader Erten girte bin lêpirsînê. Di vegotinên xwe de malbata Kader got ku Kader xwe kuştiye û temenê wê yê rast jî 17 sale. Malbatê wekî din jî diyar kir ku ji bo temenê Kader bête zelalkirin wana sala bihurî nimuneya hestiyan şiyandine bo dadgehê lê hîna tu bersiv ji wana re nehatiye.

Piştî lêpirsîn û çavdêriya meytê Kader Erten li gundê wê hate binaxkirin.

 

Rewanbej.com

dîtin: 508

Pêveker:

li sêrtê zaroka jina 14 salî di mala xwe de kuştî hate dîtin