• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Silêmaniyê êrîşa mizgeftê

Li Silêmaniyê êrîşa mizgeftê


barkirin: Hêzîran 17, 2017, 11:37


Şevîdî li Silêmaniyê hindek kesan di dema kombûna civatê û weza Melê de bombe avetine nav mizgefta bi navê Beheşt.

li gorî zanyarîyan tevî melayê mizgeftê Evdillatîf Selefî çar kes birîndar bûne.

Piştî bûyerê melayê mizgeftê Evdillatîf Selefî ji Rûdawê re ragihand û diyar kir ewana berîya sê salan ji aliyê Asayîşê ve ji bo êrîşan hatine hişyarkirin. Selefî diyar kir ku hetanî neha tu parezvan bo wana nehatine terxankirin û eger asayîş wana neparêze ew destur dixwazin bi awayekî fermî bi destê xizm û kesên xwe ve xwe biparêzin.

Selefî got ku ewana hertim parestina welatê xwe, mirovên xwe û Pêşmergeyên Kurd dikin û yek jî bê berdêl nabe.

Selefî diyar kir ku ewana hertim dijî teroristan, xirapkeriyan derdikevin û jiber vê yekê jî dijminên wan zêde ne. 

dîtin: 265

Pêveker:

silêmanî teqîn mizgefta beheşt