• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Silêmaniyê ‘Parka Ehmed Kaya’ hat vekirin

Li Silêmaniyê ‘Parka Ehmed Kaya’ hat vekirin


barkirin: Nîsan 12, 2014, 5:01


Li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê parkek bi navê hunermendê wefatkirî yê kurd Ehmed Kaya hat vekirin.

Şaredariya Silêmaniyê ji bo ku navê hunermendê wefatkirî yê kurd Ehmed Kaya zindî bimîne, navê wî li parka ku nû hat avakirin, kir.

Park li taxa Tûy Melîk ya bajêr hat vekirin. Qîza Ehmed Kaya Melîs û hevjîna wî Gultan Kaya beşdarî merasima vekirina Parka Ehmed  Kaya bûn.

Gultan Kaya di merasimekê de axaftinek kir û got: “Ehmed  Kaya got ‘Ez ê bêm welatê xwe’, îro hat Silêmaniyê. Hêro Îbrahîm Ehmed bû wesîleya hatina wî, ez li vir li ser navê Ehmed Kaya û hemû hezkiriyên wî, spasiyên xwe pêşkêşî Hêro Xanimê û hemû erkdaran dikim.”

Hevjîna Ehmed Kaya got ku navê Ehmed Kaya dane parkeke Silêmaniyê û ew bi vê gellekî kêfxweş bûne û wiha dewam kir: “Em hemû dizanin ku ji ber Ehmed  Kaya xwedî li nasnava xwe ya çandî derket, çi hat serê wî. Di bîra me ya hevpar de ev heye.Kaya ji xweza û axê pir hez dikir. Ew zarokê bajarêkî biçûk bû. Ji bo min jiyandina navê wî pir girîng e. Dê zarok li parkê bilîzin û dîroka hunermendê parkê fêr bibin. Vekirina parkê ji bo min pir bi rûmet e, ez pê pir hestyar bûm.”

kaya

Xanima Serokomarê Iraqê Celal Telebanî Hêro Îbrahîm Ehmed, endamên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), hin hunermend û gellek welatî beşdarî merasima vekirina Parka Ehmed Kaya bûn.

Ehmed Kaya, 28ê Cotmeha 1957an li bajarê Meletiye yê Bakûrê Kurdistanê ji dayik bûye û di heyama jiyana xwe ya hunerî de 19 albom derxistiye û nêzîkî 200 stran gotiye. Kaya beriya wefat bike çend klîb û stranên kurdî jî gotibû.

Hunermend Ehmed Kaya roja 16ê Mijdara 2000an li Parîsê jiyana xwe ji dest da.

Rudaw

dîtin: 385

Pêveker:

li silêmaniyê