• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Sîncanê îşkenceya li ser zarokan ranaweste

Li Sîncanê îşkenceya li ser zarokan ranaweste


barkirin: Adar 29, 2014, 12:34


Îbrahîm Açikyer-ANF

Li Girtîgeha Zarokan a Sîncanê, îşkenceya li girtiyên zarok ên siyasî tê kirin ranaweste. Li gorî rapora TUHAD-FED’ê ya di encama hevdîtina bi 5 zarokan re hat amadekirin, tevî ku zarok pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê dijîn jî nayên dermankirin. Tundî, heqaret û gefxwarin jî dewam dikin.

Li Girtîgeha Zarokan a Sîncanê, îşkenceya fîzîkî û psîkolojîk û heqaretên li girtiyên zarok, naqedin. Rayedarên TUHAD-FED’ê çen roj berê li girtîgehê bi zarokên bi navê F.E., E.T., D.A., E.K. û H.D. re hevdîtin kirin û der barê rewşa giştî ya zarokan de rapor amade kirin. Pêkanînên îşkenceyê bi hemû lez û dijwariya xwe dewam dikin.

F.E. ê li koxûşa C-10 dimîne da xuyairin ku li gel E.T. yê li heman koxûşê dimîne xwestine bi yên li koxûşa B-2 dimînin re li heman koxûşê bimîne û eger F.E. yê li gel wî ji koxûşê derxînin, ewê bi tenê bimîne û ji vê gelekî ditirse. D.A. yê li koxûşa B-2 dimîne diyar kir ku wan gelek caran ji îdareyê re agihandine ku dixwazin bi koxûşa C-10 re bibin yek û ji ber ev daxwaza wan nehatiye qebûlkirine wan daxwaznameyek dane îdareyê û diyar kirine ku ewê greva birçîbûnê bikin.

D.A. da zanîn ku li ser vê yekê li gel hemû hevalên xwe yên li koxûşê re ew hemû birine ‘odeya destwerdana lez” û û diyar kir ku li wî cihî ku 30 gardiyan hebû mudurê girtîgehê destê xwe li maseyê xistiye û gefa “hûn bikevin greva birçîbûnê ez zanim ezê çi bînim serê we” xwariye.

GEF, TUNDÎ Û HEQARET

Di raporê de hat ragihandin ku D.A., ji ber ku di çûn û hatina nexweşxaneyê de di wesayîta rîngê de rastî lêdan û heqaretan tê, ev meheke diranê wî diêşe û tevî vê jî nikare biçe nexweşxaneyê. D.A. diyar kir ku dema bi sîstema SEGBIS’ê îfadeya wan dihat wergirtin, tevî ku gardiyan li odeyeke din bûn jî li wan guhdarî kirine û dema ji salona rûniştinê ew dibirin koxûşan gardiyanan gef li wan xwarine û gotine, “Hûn çima li cem dadger giliyê me dikin, hûn meheke din jî li vir in, hûnê niha çi bikin?” D.A. her wiha da xuyakirin ku ji ber derfetên wan ên hevdîtina bi parêzeran re nîne, ew nizanin ka bi çi rengî parastina xwe bikin û destnîşan kir ku ew naxwaze bi rêya SEGBIS îfadeyê bide, ew dixwaze biçe rûniştina dozê.

ÎŞKENCEYA PSÎKOLOJÎK TÊ KIRIN

D.A. ragihand ku ew dixwaze biçe girtîgeheke li nêzî malbata xwe û anî ziman ku nîvê şevê saet li dora 00:00 gardiyan li ber geriyê koxûşan digerin, li deriyan didin û nahêlin ew rakevin. D.A. diyar kir ku girtiyên zarok ên edlî bi şev rastî lêdanê tên, dengê lêdana wan bi şev tê wan, lewma ew jî bi fikarin ku bi şev rastî lêdanê werin û ji ber vê yekê heta serê sibê nikarin razên. D.A. da xuyakirin ku rojname û pirtûkên malbatên wan dişînin, nadin wan.

PIRSGIRÊKÊN CIDÎ YÊN TENDURISTIYÊ DIJÎN

E.K. ê li koxûşa B-2 dimîne, bi daxuyaniyên xwe re gotinên D.A. piştrast dike. Di raporê de tê gotin ku tevî E.K. nexweş e jî wî nabin revîre û ji ber vê yekê rehet nabe. Her wiha S.D. ê li heman koxûşê jî diyar kir ku ji ber nexweş bû ew 3 rojan birin nexweşxaneyê, lê belê di sê rojên li nexweşxaneyê de rûyê doktor nedîtiye û li girtîgehê hatiye vegerandin. H.D. jî da xuyakirin ku milê wî şikestiye, ji ber vê yekê ji sala 2010’an û vir ve tedawiyê dibîne û tevî ku cihê şikestî îltihab girtiye, cihê îltihabê jî veguheriye girêkê, ev du meh in wî nabin gel doktoran.

‘5 ROJAN DI HUCREYÊ DE MAM, MIN NEKARÎ XWARINÊ BIXWIM’

H.D. diyar kir ku 5 rojan ew li hucreyê hatiye ragirtin û di nava vê demê de nekarî qet xwarinê bixwe û anî ziman ku ji ber dûr e nikare malbata xwe bibîne û xwest, wî veguhezînin girtîgeheke nêzî malbata wî. H.D. her wiha da xuyakirin ku ji ber di rûniştina beriya niha de nehat berdan ewê beşdarî rûniştina dozê ya 10’ê Nîsanê nebe.

Di beşa dawî ya rapora li ser rewşa dawî ya zarokan de hat ragihandin ku zarok ji aliyê gardiyanan ve tê tirsandin û ji ber dûrî malbata xwe ne, xwe bi tenê hîs dikin. Girtiyên zarok ên di wê baweriyê de ne ku jiyana wan a perwerdeyê qediyayê û difikirin ku wê careke din nikaribe biçe dibistanê. Her wiha hat destnîşankirin ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê wan nabin doktoran û dema dibin jî lêdan, heqaret û sixêf li wan tê kirin, zarok pirsgirêkên cidî dijîn.

HEWLDAN BÊ BERSIV MAN

Nûnera TUHAD-FED a Enqereyê Hava Ozcan diyar kir ku ev pêkanînên li hemberî zarokan demeke dirêj e dewam dike û anî ziman ku di serî de wezaret wan serî li gelek rayedaran dane. Ozcan got, “Tevî ewçend serlêdanên me jî naxwazin pirsgirêkê çareser bikin. Di vir de di serî de Wezareta Edaletê em bang li rayedarên hikûmetê dikin; Divê tavilê dawî li pêkanînên li dijî zarokan ên weke tundî, heqaret û gefê bê anîn. Her wiha ji ber ku zarok dûrî malbata xwe ne, bêxwedî nînin.”

dîtin: 402

Pêveker:

li sîncanê îşkenceya li ser zarokan ranaweste