• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Stembolê mîtînga piştgiriya Rojava

Li Stembolê mîtînga piştgiriya Rojava


barkirin: Gelarêzan 24, 2013, 5:07


Bi hezaran kesan li Meydana Îskele ya Kadikoya bajarê Tirkiyê Stembolê  mîtînga “Em şoreşa Rojava silav dikin. Rojava li ber xwe bide Stenbol bi te re ye” hatin gelhev.Mîtîng ji aliyê BDP û HDP ve hate organîze kirin û piştgiriya ji bo Rojava beyan kirin.

Beriya mîtîngê bi hezaran kes ji ber Nexweşxaneya Numune ya Haydarpaşayê bi pankartên bi nivîsên “Em şoreşa Rojava silav dikin. Rojava li ber xwe bide Stenbol bi te re ye”, “Ji bo destûra bingehîn a demokratîk emê têkoşîna xwe dewam bikin”, “Li şoreşa Rojava xwedî derkeve”, “Bese ji mirinên li girtîgehan. Ji girtiyên nexweş re azadî”, “Ji Rojhilata Navîn re aştî ji Kurdan re azadî” û “Em bi ruhê şoreşa Rojava diçin kongreyê. Bi coşa kongreyê şoreşa Rojava silav dikin”, “Xet Ocalan model Rojava” ber bi Meydana Îskele ya Kadikoyê dest bi meşê kirin.

Di mîtîngê de Hevserokên KCD’ê Aysel Tûglûk û Ahmet Turk, Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, Hevserokên HDP’ê Sabahat Tûncel û Ertûgrûl Kurkçu jî amade bûn.

Parlamenterê HDP Ertugrul Kurkçu di destpêka axavtina xwe de got: “Silav ji bo te  şoreşa Rojava, Stenbol bi te re ye” dest bi axaftina xwe kir û anî ziman ku Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê her tim bi hêviya serhildana ji bo azadî, biratî û wekheviyê jiyane û got, “Ev hêvî niha pêk tê. Şoreşa Rojava, şoreşa Kurdistanê şoreşa me ye jî. Şoreşgerên Tirkiyeyî jî neçarin vê şoreşê weke rizgariya xwe bibînin.”

Kurkçu bal kişand ser piştgiriya AKP’ê ya ji bo çeteyan û got, “AKP’ê xwest El Qaîdeya xwe li Rojava bicih bike. Lê belê Rojavayiyan ew El Qaîdeyî bi şûn ve vegerandin. Rojava ji bo tevahiya gelan stargeheke. Dema em şoreşa Rojava diparêzin, em vê stargehê diparêzin. Ji ber ku ji bilî vê ti şoreş nîne ewçend mafdar, ewçend bindestan tîne cem hev, em gelekî girîng dibînin.”

Kurkçu ji hikûmetê re got, “Destê xwe ji Rojava vekişîne, çeteyên xwe ji Rojava vekişîne, çeteyan li van deran venehewînin” û ji hêzên navneteweyî re jî got, “Destê xwe ji Rojhilata Navîn vekişînin, Rojhilata Navîn a me ye.”

Kurkçu herî dawî têkoşerên di şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û got, “Şoreşa we şoreşa me ye, em silav dikin.” Kurkuçu ji bo gelan jî got, “Rojava şoreşa me hemûyan e.”

Hevseroka HDP’ê Sebahat Tûncel jî bi gotina “Kurdistanîno hûn bi xêr hatine, silav ji şoreşa gelan a li Rojava” dest bi axaftina xwe kir.

Tûncel da xuyakirin ku şoreşa Rojava ne tenê şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye û destnîşan kir ku ev şoreş şoreşa tevahiya gelên Rojhilata Navîn e.

Tûncel weha axivî:”Serketina gelên me yên li Rojava nîşan dide ku li Rojhilata Navîn hemû gel dikarin li ser bingeha wekheviyê bi hev re bijîn û çarenûsa xwe diyar bikin. Azadiya gelê li Rojava ji bo azadiya gelê Kurd ê li Tirkiyê girîng e. Hikûmeta Tirk ji bo Rojava dibêje xeta me ya sor e. Em li vê derê tînin bîra wan; xeteke bi tenê ya gelan heye, ew jî azadî ye.” Tûncel ragihand ku divê Tirkiye Rojava weke xeteriyê nebîne û got, “Cîranê de wê PYD be. Çima tu dibe cîranê çeteyan lê tu cîrantiya PYD’ê qebûl nake?”

Tûncel dîwarê şermê yê li ser sînor tê lêkirin jî bibîr xist û got, “Gelê me pêşî li van dîwaran girt.” Tûncel destnîşan kir ku şoreşa Rojava şoreşa jinê ye û wiha axivî: “Ji ber ku ya şikil dide şoreşê, jiyana civakî ji nû ve ava dike, jin e. Ji ber vê yekê şoreşa jinê ye, şoreşeke gelekî bedew e. Eger di nava şoreşekê de jin tinebe, şensê serketina wê şoreşê nîne.”

Tûncel ragihand ku Rojava ji bo  pêşeroja gelên li Tirkiyê gelekî girîng e û got, “Kurdên li Tirkiyê dixwazin azad bin, jiyaneke nû ava bikin. Eger Birêz Serokwezîr dixwaze daxwaza Kurdên li Tirkiyê bibîne, bila were vê derê. Kurd demokrasî û azadiyê dixwazin. Dibêje bê azadî nabe.”

Tûncel herî dawî Rêberê PKK Abdullah Ocalan silav kir û banga Ocalan a 21’ê Adarê bibîr xist. Tûncel bi gotina “Ji Kurdistanê re azadî ji gelên Rojhilata Navîn re azadî” dawî li axaftina xwe anî.

Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk jî di mîtîngê de bang li partiyên siyasî yên li Rojava, hemû partiyên Kurd kir û got, “Êdî bes e. Destpêkê pêşeroja gelê Kurd deynin pêşiya xwe. Dest ji têkoşîna ji bo berjewendiyên partiya xwe berdin.”

Ahmet Turk wiha peyivî: “Yên azadî xwestine, timî bi ser ketine. Ew jiyana ku xwestiye, bi mejiyê xwe xwe gihandiye. Îro hin hene ji gelê herî kevnare yê Rojhilata Navîn ditirsin. Yên Kurdistan kirin çar parçe ji bo Kurdan tine bikin, bitepisînin serî li her rê û rêbazan dan. Lê belê Kurd di sedsala 21’an de xwe ji xweliya xwe, ji nû ve ava kir. Beriya her tiştî dixwazim şukranên xwe pêşkêşî Birêz Ocalan bikim ku em anîne vê rojê. Gava ku di sala 1978’an de bi komeke hevalên xwe re ji bo guhertina çarenûsa gelan avêt, dê ne ji aliyê Kurdan, ne ji aliyê şoreşgeran û ne jî ji aliyê azadîxwazan, ti carî neyê ji bîrkirin.”

Ahmet Turk ji ber desteka ji bo çeteyên êrîşî şoreşa Rojava dikin ev bang li hikûmetê kir; “Ev çete wê sibê bibin belayê serê we.”

Ahmet Turk ragihand ku Kurd ji bo azadiya tevahiya gelan têdikoşin û got, “Li Rojhilata Navîn Kurd aktorekî girîng in. Bêyî Kurdan Rojhilata Navîn azad nabe. Eger hûn alîgirên demokrasiyê ne, hûn neçarin daxwaza azadiyê ya gelê Kurd bibînin. Siyaseta li derveyî vê, dê li dijî mirovahî, li dijî exlaqê be. Siyaseta ku niha li dijî Kurdan tê meşandin siyaseteke li dijî mirovahî, li dijî exlaqê ye. Em en dijminê gelê Tirk e em dostê wan e, em ne dijminê gelê Ereb e em dostê wan e. Em dixwazin li ser axa xwe, xwe birêve bibin. Kengî em azad bûn gelê Tirk, gelê Ereb, gelê Faris jî dê azad bibin. Em niha di nava feraseteke mejiyê netewe dewletê ku dema wê bihuriye derbas dibin. Em alîgirê sîstema konfederal a demokratîk a gelên Rojhilata Navîn e.”

Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk bang li hemû gelan jir û got, “Ji bo hilweşandina vê sîstema kevin û paşdemayî, em li hev kom bibin.”

Ahmet Turk ji bo partiyên Kurd ên li Rojava jî wiha axivî: “Ji bo desthilatdariya xwe şoreşa Rojava nefiroşin. Ev roj ew roj e ku emê li dijî wan hêzên ji bo berjewendiyên xwe siyasetê dikin, derkevin. Eger weke partî dest ji berjewendiyên xwe bernede û di têkoşîna hevpar de cih negire, divê em weke gel li dij rawest in. Ji bo Kurdan siberojeke bi êş û azar rû nede, pêwîste em wan hişyar bikin. Eger em ji bo şoreşa Kurdan dixebitin, yekitiya wan dixwszin, divê em şaşiyan deynin holê. Kurd ne tenê ji bo Kurdan ji bo guhertina tevahiya dîroka Rojhilata Navîn derketiye pêş.”

Mîtîng bi konserên hunermend Mervan Tan, Grup Abdal û Halûk Tolga Îlhan dewam dike.

dîtin: 160

Pêveker:

li stembolê mîtînga piştgiriya rojava