• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Stembolê pîrozbahiyek mezin ya Newrozê pêkhat

Li Stembolê pîrozbahiyek mezin ya Newrozê pêkhat


barkirin: Adar 23, 2014, 7:38


Li bajarê Tirkiyê Stembolê bi tevlîbûna nêzîkê milyonek kesî cejna Newrozê hate pîroz kirin. Pîrozbahî li qada Kazliçeşme ya Stenbolêpêk hat û peyama Ocalan ya li Newroza Amedê ku careke din hate xwendin. Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Abdullah Levent Tuzel, di pîrozbahiyê de got, “Peyama Birêz Ocalan dibêje, di aştî û demokrasiyê de israr û aştiya gelan. Vaye rêya çareseriyê ev e.”

Pîrozbahiya cejna Newrozê ya bajarê Tirkiyê Stembolê li qada Kazliçeşme pêk hat û nêzikê milyonek welatî beşdar bûn. Pîrozbahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Hevseroka Rêxistina BDP’ê ya Stenbolê Arîfe Çinar axivî û got, “Ez ruhê berxwedêr yê agirê Newrozê, yê Gezî û bi hêrsa Berkîn û Ceylan we silav dikim.”

Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Abdullah Levent Tuzel bi pîrozkirina Newrozê dest bi axaftina xwe kir. Tuzel got ku tu dengên gel ji bo dizî û talanê tune ne û got, “Em ê hesab bixwazin hesab. Hatin dawiya rê. Em gel in û em ê qezenc bikin.” Tuzel têkildarî peyama Ocalan jî got, “Peyama Birêz Ocalan dibêje, di aştî û demokrasiyê de israr û aştiya gelan. Vaye rêya çareseriyê ev e.”

Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selehattîn Demîrtaş jî axivî û diyar ku cudahiya herî mezin projeya aştiya civakî, hevşaredarî û xweseriya demokratîk e û wiha got: “Divê êdî hûn li vîna xwe xwedî derkevin û destûr nedin dizan. Divê hûn dengê xwe nedin dizê mala xwe. Her dengê hûn bidin HDP û BDP’ê hûn didin aştî û azadiyê.”

Demîrtaş bang li Erdogan kir û got: “Ez li vir bang li Serowezîr dikim û nesîhetê li Erdogan dikim. Ger ku ev bi zora te diçe, li şûna ku tu twitter û medya civakî bigire biçe pêşberî gel û lêborîna xwe bixwaze. We 11 salan bi cemaetê re kar kir. We çi kir we hemû bi hevre kirin. Niha jî hûn xwe ji hev cuda didin xuyakirin. Em destûr nadin van lîstik û tiqafên qirêj.”

dîtin: 484

Pêveker:

li stembolê pîrozbahiyek mezin ya newrozê pêkhat