• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Stuttgartê di şaşeya reklamê de wêneyê Evdille Ocalan dadgerên Elman gêj kirin

Li Stuttgartê di şaşeya reklamê de wêneyê Evdille Ocalan dadgerên Elman gêj kirin


barkirin: Êlûn 4, 2017, 11:35


Li gorî tirkên deverê eve karekî harkirina tirkan û provakationeka vekirîye. Li gorî parêzerên dewletê û Polîsan eve rûdaneka dadê ye.
Li bajarê Elmanya Stuttgartê di şaşeyeka mezin ya reklamê de ku li ser dîwarê avayîyeka serê sêrêkekê hatî danîn de wêneyê Serokê PKK Evdille Ocalan hate pêşandan û li ser jî bi Elmanî –Freiheit fur Ocalan!- hatibû nîvîsîn. Piştî alozî û ketina rojevê reklama pêşandana wêneyê Ocalan hate rawestandin. Rûdan kete rojeva hêzên ewlekariyê yên Stuttgartê û Parêzerê Dewleta Elman.

Piştî pêşandana wêneyê Ocalan, Tirkên navenda Stuttgartê li ser hev telefonî polîsên bajêr kirin û gileh kirin. Lê beriya Polîs dest bavên rûdanê companyaya reklamê ji xwe pêşandana wêneyê Ocalanî dabû rawestandin.  

Ji ber ku devera reklam vebestî di nava mizgeftên tirkan de bû, rûdan mezin bû û gazinên tirka zêde bûn. Lê belê him ji aliyê polîsên bajêr, him ji aliyê parêzerê dewletê ve rêkek ji bo pêşgirtina vê mijarê an ku çareseriya vêya nehate dîtin. Ji ber her çend PKK li Elmanya qedexe jî be, xwestina azadiya wî ne qedexeye. Rayedarên Dadê li ser mijarê ketine nava gotûbêjê lê belê tenê wekî karekî derxistina nerehetiyê li bajêr hilgirtine dest. Wekî dîtir tu çareyekî di warê darezandin û dadê de nekarîne bibînin.

Hate diyarkirin ku ne tenê roja înêya bihurî lê belê beriya neha bi demeke dirêj di cihê reklamê de wêneyê Ocalanî hatiye pêşandan.

Fîrmaya reklamê diyar kir ku pêşandana wêneyê ocalan ji aliyê Komeleya Kurdan ya Ludwigsburgê ve hatiye hinartin. Ewana jî bêyî li naveroka reklamê binêrin û aliyê wê yê siyasî bihizirin dîmen pêşan dane.

Di dawî de parêzera dewletê Tomke Beddies diyar kir ku ji bo kesekî xwestina azadbûnê ne mijara darezandinê ye.

dîtin: 138

Pêveker:

ocalan stutgart reklam