• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Sûryê opêrasyona ji bo tunekirna çekê kîmyayî destpêdike

Li Sûryê opêrasyona ji bo tunekirna çekê kîmyayî destpêdike


barkirin: Rezber 1, 2013, 9:50


Eksperên NYî û Rêxistina jibo qedexekirna çekê kîmyayî 1 Cotmehê sala 2013-an wê destbi qonaxa pêşîn ya opêrasyona jibo tunekirna çekê kîmyayî li Sûryê bikin.

Eksperên NYî û Rêxistina jibo qedexekirna çekê kîmyayî 1 Cotmehê sala 2013-an wê destbi qonaxa pêşîn ya opêrasyona jibo tunekirna çekê kîmyayî li Sûryê bikin. Wek nûnerê fermî yê sekretêrê giştî yê NYî Martîn Nesîrkî şirovekir, grûpa eksperan ji 20 kesan pêk tê. Tev wisa jî, misyonek mestir tê amadekirin jibo di roj û mehên bên de kar li Sûryê bike. Tunekirna tam ya çekê kîmyayî yê Sûryê divê heta nîvê sala 2014-an bidawî bibe. Ev yek di biryara Civata Ewlekariya NYî (CE NY) de tê gotin. Biryara CE NYî mecbûr divê bê pêkanîn. Pirsa derbarê, ku li Sûryê kê çekê kîmyayî bikaranîye hîn ne hatiye eşkerekirin û eşkerekirna wê di bernama eksporan de tune. Rapora wan ya dawîn ya derbarê bikaranîna madên jehrê wê heta dawiya meha Cotmehê bê amadekirin.

ruvr

dîtin: 375

Pêveker:

li sûryê opêrasyona ji bo tunekirna çekê kîmyayî destpêdike