• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Tirkiyê di zindanan de cih nemaye

Li Tirkiyê di zindanan de cih nemaye


barkirin: Êlûn 3, 2017, 12:22


Li Tirkiyeyê hejmara girtiyan gihişt 224 hezar kesan û cih li girtîgehan neman.

Parlementerê Partiya Gel a Komarê (CHP) Murat Emir ragihand ku li girtîgehên Tirkiyeyê tenê ji bo 202 hezar kesan cih heye. Lê niha 22 hezar girtî li kabareya girtîgehan zêde bûye û li girtîgehên Tirkiyeyê 224 hezar û 878 kes dimînin û di şert û mercên xirab de dijîn.

 

Parlementerê CHPê diyar kir ku ji 224 hezar girtiyan 85 hezar kes nehatine cezakirin lê bi girtî tên darizandin. Divê mirov bêgirtî werin darizandin heta di derbarê wan de biryar werin dayîn.

Li Tirkiyeyê piştî hewla derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê ji zêdetirî 50 hezarî kes hatin girtin.

dîtin: 29

Pêveker:

girtiyên kurd zindanên tirkiyê