• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
LÎCÊ Gel pêşî li Artêşê digre

LÎCÊ Gel pêşî li Artêşê digre


barkirin: Gulan 26, 2014, 10:20


Li navçeya Amed Licê, piştî çalakiya ciwanan a girtina rê û pevçûnên li dû vê çalakiyê rû dan, li herêmê operasyoneke berfireh hat destpêkirin. Li ser banga BDP’ê gel ber bi herêma operasyonê ve ket ser rê. Li herêmê pevçûnan ji nû ve destpê kirin.

Tengezariya piştî çalakiya ciwanan a li rêya navbear Amed-Çewlikê ya li mezra Gelîkê bi armanca şermerzarkirina çêkirina qereqolên nû rû da, mezin dibe.

Ji ber destwerdana polîs û leşkeran a li çalakiya ciwanan, tevahiya şevê pevçûn qewimî. Li gorî Walîtiya Amedê, li sê nuqteyên navbera Karaz-Dûrû, Hênê-Licê û Licê-Pasûrê rê hat girtin, di pevçûna ji ber destwerdana leşkeran du maşînên zirî zerar dîtin. Walîtiyê îddîa kir ku çalakî ji aliyê PKK’yiyan û ‘komên piştevanên’ PKK’ê hatiye kirin.

Piştî ku bûyer bi dawî bû, leşkerên artêşa Tirk li ber devê navçeya Karazê û pêşiya Qereqola Jendermeyan a Dûrû bendên kontrolê danîn.

Li nuqteyên kontrolê destûr ji derbasbûna wesayîtan nayê dayîn û leşker berê wesayîtan dide rêya Hênê-Licê. Danê sibê jî operasyona leşkerî hat destpêkirin.

Şêniyên ku bi operasyonê hesiyan, rêya herêma Angulê girtin. Piştî demekê leşker-polîsan dest li girseya rê girt werdan û li vir jî pevçûn derket.

Piştî ku bûyer hat bihîstin ji Licê, Hênê, Pasûr, navenda Karaz û gundên derdorê, rêveberên BDP’ê û Hevşaredar jî di nav de gelek kes herikîn qada operasyonê.

Rêxistina BDP’ê ya Amedê bi daxuyaniyeke nivîskî got, “Ji duh êvarê û vir ve li gorî agahiyên me ji çavkaniyên xwe wergirtine, di 19.45’an de ji ber leşker li bejahiya Lice-Hênê derketine operasyonê şer derketiye, piştî vî şerî li herêma Licê hêzên leşkerî li gelek nuqteyan rê girtine, pirsgirêk li herêmê dewam dikin û îro danê sibê jî li heman herêmê operasyoneke nû ya berfireh hatiye destpêkirin.”

Rêxistina BDP’ê ya Amedê diyar kir ku li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî wergirtiye, bi helîkopteran gelek leşker li qada Haciçerkez-Bahçekokê ya Farqînê hatine veguhastin û got, “Bi taybetî oeprasyona li Lice-Hênê hatiey destpêkirin gelekî berfireh e û di serî de rêxistinên em yên navçeyên Licê, Hênê û Karaz gelê me yê li wê derê berê xwe dane qada operasyonê.

Weke Rêxistina BDP’ê ya Bajêr ji bo bidawîbûna operasyonê me hevalên xwe şandin qada operasyonê. Em bang li gelê xwe dike ku hestyar be, li dijî hemû hewldanên pêvajoya çareseriyê sabote dikin raweste û biçe qada operasyonê.”

 

ANF

dîtin: 411

Pêveker:

lÎcÊ gel pêşî li artêşê digre