• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Qamişlo: Di navbera YPG`ê û A.A de pêvçûn

Qamişlo: Di navbera YPG`ê û A.A de pêvçûn


barkirin: Hêzîran 26, 2013, 1:55


Êvara Duşemê  li ser riya Dirbêsiyê- Hesekê di navbera Yekîneyên Parastina Gel YPG`ê de û komên bi ser Artêşa Azad ve ne pêvçûnan rû da, her wiha li bajarê Qamişlo yê li taxa Kornîş otombêleke teqiya di encamê de 4 kes giran birîndar bûn e.
Jêdereke çavdêr ji PUKmedia yê re diyar kir, ku li ser riya Hesekê- Dirbêsiyê li nêzî Sed- ElŞerqî, piştî komeke çekdar a bi ser Artêşa Azad ve ye êriş bir  ser yek ji bendên kontirolê yên YPG`ê, di nav bera her du aliyan de pevçûnên giran qewimîn, lê hêja encamên pevçûnan nayê zanîn.
Bi heman mijarê ve girêdayî li bajarê Qamişlo û li taxa Kornêş, di encama teqîna otombêlekê de 4 kes bi giranî birîndar bûn.
Ajansa Hawarê ji ber devê jêderekê ji Asayîşa Qamişloyê radihand, ku otombêl ji ber teqîna bombeya dibin kursiya şofêre de hatiya çandin teqiya, di encamê de 4 kesên ku li otombêlê siwar bibûne bi giranî birîndar bûn e,ji kesên birîndar kesê bi navê Hewaş El-Ebdulah û ligel  wî kesê bi navê Rakan El-Cerbo`î yê kurê yek ji berpirsiyarê Artêşa Parastina Netewiye a bi ser rêjîma Sûriyê ve ye hatine nas kirin.
Hêjayî gotinê ye ku ev demeke li dijî endamên û berpirsiyarên Artêşa Parastina Netewî a bi ser rêjîmê ve ye, çalakiyên leşkerî lidardikevin,ev Artêş ji endamên Eşîrên Ereb yên li devera Cîzîrê ne bi armanca ku di eniya pêş de li dijî Artêşa Azad de şer bikine,pêk tê û hatiya avakirin.
Ji aliyekî din ve hêzên rêjîma Baas hêja gundên başûrê bajarê Qamişlo yê, ên di bin destê komên çekdar de ne bombebarn û topbaran dike,dengê topbaranê her şeva bihurî jî li Qamişlo yê dihat guhdar kirin.
Tê zanîn ku gelek kes ji ber topbarana rêjîmê bi ser van gundan ve, ji gundên xwe derketine û bi dihan kes ji ber topbaranê jiyana xwe jidest dana yan jî birîndar ketine.

PUKMEDIA

dîtin: 446

Pêveker:

qamişlo di navbera ypg ê û a a de pêvçûn