• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ma Em Hê Jî Birane?

Ma Em Hê Jî Birane?


nivîskar: Mihemed Guler
barkirin: Befranbar 28, 2016, 11:16


Li Kurdistanê zehmetiya jiyana bi Tirkan re roj bi roj hîn bêhtir eşkere xuya dike. Em weke aliyê Kurd ji bo jiyana bi hevre re heya dawiyê me hewlda. Lê her kû me hewlda Dewleta Tirk em Kurd weke terorîst û kesên kû dixwazin Tirkiyeyê parçe bikin fêhm kirin. Di daxwaza bi hev re jiyankirinê de ti pirsgirêk û guman tine ye. Lê gelê Tirk tim bi çavê dijminahî û terorîst li me Kurdan temaşe kirin. Enqere’yê ti carî êşa Sûr’ê hîs nekir. Trabzon’ê ti carî qêrîna Cizîr’ê nebihîst. Manîsa’yê ti carî birîna Nisêbîn’ê ne kewand. Tim em ji aliyê dewletê ve hatin kuştin, girtin, êşkencekirin. Tim gelê Tirk jî bûn temaşevan. Tim gelê Tirk li pişt pêkanînên dewlet û hêzên wê cih girtiye û gotiye dewleta me tişta rast kiriye û tim xwedî li pêkanînên qirêj û dijmirovî yên dewletê derketine. Gelê Tirk yê kû li ber çavan Misilman, mizgeftan tijî dikin, diçin Hec’ê, rojiyan digirin; xwe weke nûnerên gelên mezlûm yên cîhanê didin naskirin. Bi pifdana medyayê jî, dikarin ji bo gelê Flîstînê hêstiran bibarînin û bigirînin. Gelê Tirk yê kû dikarin bi saetan behsa kevirê destê zarokekî Flîstîn’î yê li hember polîs û leşkerên Îsraîl şer dike, bikin, dixwazin hestên wî zarokî fêhm bikin. Lê ti carî nexwestine hestê zarokekî Kurd yê li hemberî polîs û leşkerên Tirk şer dike fêhm bikin. Li Kurdistanê û Flîstînê heman wêneye, bes lê nêrîn û şîrove dijberî heve. Gelê Tirk yê kû ji çalakvanên Flîstîn’î re dibêje Mucahîd, şoreşger; ji çalakvan û xwepêşanderên me re dibêjin terorîst, provakator, parçekerê welat.

Gelê Tirk di mizgeftên kû di dema Hz Muhemmed de weke cihê nîqaşkirina pirsgirêkên civakê dihat bikaranîn de li dijî Kurdan xutbe û weizên dijminahiyê didin. Niha dijminahiya dewletê li aliyekî, lê dijminahiya gelê Tirk, jiyana bi hev re ya gelê Kurd û Tirk bi rastî jî pir zehmet dike. Karmend û fermanbarên Tirk yên têne Kurdistanê ji aliyê Kurdan ve bi xweşhalî û mêvanperwerî têne pêşwazîkirin. Kurd bi rûkenî nêzîkî wan dibin, nanê xwe bi wan re dikin qet. Lê berevajiyê vê dema Kurdek diçe bajarên Tirkiyeyê rastî lînç, neheqî, newekhevî, lêdan, kuştin, êşkence, binçav, pêkanîn keyfî tê. Gelê Tirk yê kû di her firsetê de dibêje Kurd û Tirk birane, li bajarên xwe derdikevin nêçîra lînçkirina Kurdan. Madem kû em birane, wî demî çima mirovên Kurd li bajarên Tirkan ji ber axaftina Kurdî yan jî bi Kurdî stran gotinê têne hedefgirtin û qetilkirin. Weke kû ji vê feraseta biratiyê ya Tirkan jî tê fêhmkirin Tirk me Kurdan wekî kû dixwaze bira qebûl dike yanî Kurdekî xwe înkar bike, ji Kurdîtiya xwe bireve û xwe weke Tirk nas bike wî demî Tirk biratiya Kurdên bi vî awayî qebûl bike. Ango Tirk me Kurdan bêyî nasnameya netewî qebûl dike, dema mijara nasnameya netewî bikeve naverastê wî demî di çavên wan de ne biratî, weke terorîstî şênber dibe.

Pêkanînên kû îro li Kurdistanê li ser gelê Kurd tê pêkanîn, pêkanînên hovane, dijmirovî, dijqanûnî, dijwijdanî û dijexlaqî ye. Kes û aliyên kû van pêkanînan qebûl bike, tê wê wateyê kû vî kesî ji mirovahî û ol ti para xwe negirtî ye. Şev û roj gelê Tirk xwe bi nûçeyên spekulatîf yên ji Sûriye’yê û cihên din hatine amadekirin re xwe mijûl dikin û dixapînin. Li hin bajarên Kurdistanê ji mehek û nîvê zêdetire qedexeya derketina derve li ser gelê Kurd û herêmê tê pêkanîn. Li van bajar û navçeyên kû qedexe li ser têne pêkanîn de, bi deh rojane kû cenazeyên Kurdên sivîl li nava kolanan di bin sermaya zivistanê de, di bin siha lûleyan de ji rizînê re hatine hiştin û heyanî mafê definkirina wan jî tê astengkirin. Li van bajaran dewlet bi tank, top, leşker, polîs, tîmên taybetên xwe ve êrîşî ser gelê sivîl dike. Dixwazin gel bi birçîbûn, tîbûn, bê elektrîk û bê derfetiyan dorpêç bikin û dîl bigirin. Li Kurdistanê rojane înfaz têne kirin. Qêrîn û dengê Kurdan li hemû cîhanê hat sehkirin, lê gelê Tirk yê kû xwe weke birayê Kurdan dide naskirin hê jî ne bihîstiye. Heyanî nizane li wir çi tê jiyankirin, çi tê pêkanîn. Bi nûçeyên derew yên Medyaya Alîgir bawer dike. Her roja kû derbaz dibe, fonksiyonên jiyanê li Kurdistanê lewaz dibe. Dewletê li Kurdistanê her cûre maf û exlaq dayşne sekinandin. Li Kurdistanê ji bo Kurdan kirine jehr û êşkence. Tevî ev qasî êşkence û nexweşiyan diviyabû gelê Tirkiye’yê gotiba em van pêkanîn qebûl nakin û li dijî vê nerazîbûnên tund nîşan daban. Lê berevajiyê vê ev pêkanîn heya hucreyên xwe jî qebûlkirine.

Dema mirov ji xwe re malekî bikire, mirov pêşî temaşeyê cîranên xwe dike û bi vî awayî malê dikire. Ya girîng ne mal, cîrantiye, eger kû mal gov jî be dema cîranên mirov baş bin mirov dikare bi hêsanî jiyana xwe bibihûrîne û jiyana di wê govê de, wê weke jiyana qesrê ji mirov re bê. Lê eger cîran ne başbin, ji mirov fêhm nekin, di aliyê hest de nebin yek, mirov di qesrê de jî jiyan bike, wê jiyana wê derê bibe jehr û êşkence. Niha dema em gelê Kurd bêne girtin, kuştin, êşkencekirin, gelê Tirk keyfxweş bibe; dema mala me bişewite, gelê Tirk li ber agirê şewata mala me xwarina xwe çêke û xwe pê germ bike. Wî demî em û gelê Tirk ti carî nebûne bira. Tirk û Kurdên xayîn, nûker, xwefiroş birane. Biratiya bi vî awayî jî bila nebe û me navê. Ji ber van nêzîkatiyên gelê Tirk me biratiya bi wan re navê û em biratiya wan qebûl nakin. Biratiya bi vî awayî bila biçe binê erdê.

dîtin: 535

Pêveker:

ma em birane