• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ma waliyê rewşa awarte (OHAL) cejn hişt?

Ma waliyê rewşa awarte (OHAL) cejn hişt?


barkirin: Êlûn 2, 2017, 6:17


 

Gelê Sûrê cejnê bi dilekî şikestî, di nava kavilan de derbas dike û nikarin şekir jî belav bikin. Hin tax hene ku qet nikarin cejnê pîroz bikin. Gel helwesta xwe nîşan da û got: ''Ma waliyê rewşa awarte (OHAL) cejn hişt?''

Taxên Elîpaşa û Lalebey ên navçeya Sûrê ya Amedê wekî cejna remezanê cejna qurbanê jî di nav kavilan de derbas dike. Kolanên ku tijî zarok bûn, niha cihê xwe ji bêdengiyê re hiştiye. Kesên ku naxwazin dewlet malên wan hilweşînin ên berxwedêr ''ji bo adet cihê xwe bigire'' serdana hev dikin.

DILŞIKESTINA CEJNÊ DI RÛYÊ ZAROKAN DE JÎ XUYA DIKE

Cejna ku bêdeng derbas dibe, di rûyê zarokan de jî xuya dike. Zarokên ku jiyan û qadên lîstokên wan dorpêçkirî ye, ji ber ku nikarin şekir jî kom bikin, xemgîn in.
Elanûr yek ji wan zarokên mexdûr e ku bi wî temenê xwe yê biçûk rewşa dijwar radixe ber çavan û dipirse: ''Gelo dê mala me jî xera bikin?'' Zarokên taxa Elîpaşayê ji ber ku dewletê qadên lîstokên wan hilweşandine û nahêlin ew şekir jî kom bikin, ew jî wekî helwest bariyerên ku polêsan danîne hildiweşînin.

 

dîtin: 23

Pêveker:

sûr amed şerê bakur