• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Madeya Partîkul û Nexweşiyên Dil

Madeya Partîkul û Nexweşiyên Dil


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Hêzîran 23, 2017, 11:03


Lêkolînerên Brîtanyayî bi xebata xwe têkiliyeke rasterast ya girtina madeya partîkul û nexweşiyên dil yên weke tepîna dil û qeyrana/rawestana dil vedîtin. Madeya partîkul bi pirranî bi rêya erebeyên ku bi dîzelê dixebitin, li hewayê zêde dibe.

 

Dilnasên(Kardiyolog) ji Enstitûya Lêkolînan ya Willem Harvey ya bi Zanîngeha Queen Maryê ve girêdayî ye, di xebata xwe de biserketin ku têkiliya madeya partîkul ya bi navê PM2.5 ku eşkêla wê madeyê ji 2,5 mîkrometreyê piçûktir e û nexweşiyên dil, tespît bikin. Lêkolîner xebata xwe li ser 4.000 kesên Brîtanyayî pêk anîne û 4.000 kes bi qasî 4 salan û her sal 4 caran çûne serdena bijîjkên cihêreng û her bijîjk MRIya (fîlmên dil) dilê kesên beşdar girtine. Bi rêya navnîşana her kesê/a beşdar ku li wê şûnê madeya partîkul ya PM2.5 hatibû tespîtkirin, bandora madeya partîkul ya li ser dilê her kesê/a beşdar hatiye tespîtkirin.

 

Dilnas û rêvebirê xebatê Nay Aung wiha dibêje; "Guman jê nînê ku madeya partîkul(PM2.5) ji erebeyên bi dîzelê dixebitin li hewayê zêde dibin û em bi wê madeyê bi nexweşiyên dil yên weke tepîna dil, qeyrana dil re rû bi rû dimînin û pê dimirin. Bi girtina madeya partîkul, pişik îltihabê digire û pê re gav bi gav xwe li tevahiya laşê mirov dipêçe."

 

Lêkolîner di xebata xwe de têkiliyeke rasterast ya madeya partîkul PM2.5 û bi strukturel û çalakiyên dil, tespît dikin. Kesê/a beşdar çiqas zêde bi madeya partîkul PM2.5 re rû bi rû dima, ewqas jî dilê wî/wê mezin û çalakiyên dil jî xerab dibû.

 

Çavkanî: IPS

dîtin: 121

Pêveker:

p.m 2.5 madeya partîkul nexweşî dil qeyrana dil