• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Malikî di ketina DAÎŞ ya Mûsilê de tawanbar e

Malikî di ketina DAÎŞ ya Mûsilê de tawanbar e


barkirin: Gelawêj 18, 2015, 6:35


Raporta dawî ya lêkolîneke fermî li Îraqê, serokwezîrê berê yê Îraqê, Nûrî ElMalikî û zêdetir ji 30 rayedarên siyasî û artêşa wî welatî di ketina bajarê Mûsilê ya sala 2014ê de weke tawanbar nîşan dane.

Mûsil mezintirîn bajarê bakurê Îraqê, di dawiya bihara sala borî de û bi destpêka pêşrewiya hêzên grûpa Dewleta Îslamî (DAÎŞ)ê de, kete bin kontrola hêzên vê grûpê.

Berdevkê parlementoya Îraqê, Selîm Ciburî gotiye ku ev raport ku ji aliyê şandeke parlementoyê hatiye amade kirin, dê ji bo karên pêwîst radestî dozgeriya giştî ya Îraqê bê kirin.

Ciburî di daxuyaniyê de gotiye: ’’ tu kesek ji qanûnê mezintir nîne û doza gel û saziyên biryardanê dê bibe sedema ceza kirina berpirsan’’.

Nûrî El Malikî ku niha cêgirê Serokkomarê Îraqê ye, di dema serokwezîrtiyê de ji aliyê rexnegiran ve, bi pêşxistina siyasetên duberekî û firqeyî dihate tawanbar kirin.

Di destpêka êrişa hêzên grûpa Dewleta Îslamî (DAÎŞ) ê bo ser Îraqê, hêzên çend leşkerên îraqê vekişiyan û hejmareke zêde ya çek û cebilxaneyan di destê hêzên (DAÎŞ)ê de hiştin.

Serokwezîrê Îraqê, Heyder Ebadî îro ragihand ku dê desteyekê jî ji bo lêkolîna sedemên ketina bajarê Rumadî û mehkeme kirina fermandarên leşkerî û tawanbarên ketina bajêr pêk bîne.

Bajarê Rumaadî, navenda parêzgeha Enbar e ku şêniyên wê piranî misilmanên Sunî ne û sê meh berê ev bajêr jî kete bin kontrola hêzên Dewleta îslamî (DAÎŞ)ê.

 

Rewanbêj

dîtin: 237

Pêveker:

malikî di ketina daÎŞ ya mûsilê de tawanbar e