• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Manşetek çawa tê nivîsîn? | Cemîl Oguz

Manşetek çawa tê nivîsîn? | Cemîl Oguz


barkirin: Gelawêj 11, 2015, 9:56


Rexneyek li A. Welat û yên din

Mixabin piraniya kurdên me yên di saziyên çapemeniyê de dixebitin hê nizanin ew bi xwe dîrokê dinivîsin; ew dîrok belkî bi xwe re ‘birakujî’yan bîne, yan ‘birakujî’yan ji holê rake.

Mixabin hê nizanin rojnamegerî ne tiştek wisa ye; bê delîl sûcdarî nikare bê kirin. Mixabin nizanin divê endamekî/e çapemeniyê ne wisa be.

Ricaya min ji wan hevalan ew e ku berî manşetek di rojnameya xwe de binivîsin, qala manşetek di tv’ya xwe de bikin bila hay ji gotina xwe hebin. Bila bizanibin ew gotin şûr e di destê wî/ê de dikare seriyek, yan çend seriyan bifirîne.

Ev nivîsa min bi awayekî zelal ji bo Azadiya Welat e (wekî din para vê nivîsê ji bo kî dikeve bila ew jî para xwe jê bigirin)

Ev Azadiya Welatê ku bênavber min 5 salên xwe danê, 5 salên wê jê girtin… Min da jî, girt jî… Ez li wir giham, niha dikim tiştan li wê koka li wir bikim û zêdetir bikim.

Wê rojê (02.08.2015) Azadiya Welat manşetek wisa bikar aniye:

“AKP’ê bi piştgiriya PDK’ê li Qendîlê 9 sivîl qetil kirin DÎMENÊ WEHŞETA AKP Û PDK’ê”.

Hevalê (1) ku ev manşet nivîsiye ez nizanim kî ye, çend salî ye, heta niha çi dibistan xwendiye, nizanim di jiyana xwe de çend pirtûk xwendine, nizanim haya wî ji felsefeya tevgera bakur heye yan na, nizanim haya wî ji etîka rojnamegerî, etîka bikaranîna sernavan heye yan na…

Lê vê dizanim ku ev manşetek şaş e. Ev manşet nikare kurdan derxe lûtkeyê, nikare di navbera kurdan de biratiyê çêbike, nikare yên hemberî xwe bide şermkirin. Berevajî dike ku belkî roj bê ew ji ber vê manşeta xwe şerm bike.

Bi ya min dema mirov manşetek bikar bîne divê mirov bi dîroka xwe jî bizanibe, mirov siyaseta navxweyî jî bizane, mirov hay ji felsefeya xwe ya ku li ser xeta wê dimeşe jî bizane.

Nizanim haya wî hevalî jê heye ku dîroka me di heman demê de dîroka birakujiyê ye û gere em bi gotinên xwe êdî pêşî li birakujiyan bigirin, ne ku pêşî lê vekin.

Nizanim hay ji siyaseta ku dikare mirovan, rêxistinan, partiyan dibe serketinê heye yan na? Belkî hay jê tune û bi vê manşetê dikare zêdetir navbera her du partiyên me kûrtir, dûrtir û xirabtir bike…

Nizanim haya wî hevalî jê heye ku di nav xeta ku ew li ser weşanê dikin de felsefeya “Ev sebir, ev inyad tenê, belê tenê ji bo di mirovbûnê de em israr dikin e.”

Ger hay ji vê felsefeyê nîn be ew çima gerînendeyê weşanê yê Azadiya Welat e û manşetan dinivîse; ger hebe çima manşetek wisa dinivîse?

Ma ne ev felsefeya ku bi gotinek li gor me qal kir ji me re dibêje “bibin însan û yên ne însan bin jî bikin însan”…

Ma em bi manşetên wisa dikarin însaniyetê xurtir bikin?

Û hin pirs ji aliyê etîka rojnamegerî ve:

– Gelo delîl hene ku PDK’ê piştgiriya AKP’ê kiriye loma ew 9 sivîl hatine kuştin? Rojname jî vê manşetê bikar tîne?

– Di spota nûçeyê de ji bo sivîlên hatine kuştin dibêje “jineke ducanî û zarok jî hene”. Lê derket holê ku jineke ducanî di nav sivîlên hatine kuştin de tune ye. (2) Mînak wekî vê gotina we ger derkeve ku PDK’ê piştgiriya AKP’ê nekiriye di vê komkujiyê de dê çawa be?

– Çapemenî nikare bi manşetên xwe tovên neyartiyê biavêje. Ma ev sernav nayê wê wateyê ku tovê neyartiyê di navbera du partiyan de bê avêtin?

– Partî ji kesan pêk tê. Gelo li nav PDK’ê kî piştgiriya AKP’ê kiriye û bûye sedem ku ew qas sivîl hatine kuştin? Mînak yek ji giregirên PDK’ê derkeve holê û bibêje “Ez jî rêveber im lê min piştgiriya AKP’ê nekiriye û bi ser de ez dijî AKP’ê me jî” dê çawa be?

Belê ev nivîsa min ji bo Azadiya Welat e lê weşanên me yên din (bi taybetî hin ên başûrî) jî wisa ne. Ew ê ku ji çeteyên DAIŞ’ê re dibêje “çekdar” ne kêmî vê manşetê tiştan dike/dibêje. Lê dîsa jî ji Azadiya Welat re û hevalên têde dixebitim re dibêjim çi dibe bila bibe hûn wisa nekin.

Û pêşniyar dikim ku lêkolînê bikin, ger di kuştina van sivîlan de têkiliya PDK’ê nebe lêborînê bixwazin, ger hebe me bi delîlan qanih bikin.

1- Ji ber ku texmîna min “Yekî” ev manşet nivîsiye loma min NÊR bikar anî.

2- Li rapora Heyeta HDP’ê binêrin, çûn lêkolîn kirin û vegeriyan

Diyarname.com (Diyarname.com çi ye?)

Cemîl Oguz kîye?

dîtin: 933

Pêveker:

manşetek çawa nivîsîn? | cemîl oguz