• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Masîreşê Biçûk yek ji 10 pirtûkên cîhanî ye

Masîreşê Biçûk yek ji 10 pirtûkên cîhanî ye


barkirin: Êlûn 2, 2015, 1:08


li gor rapirsiya rojnameya Guardian a Brîtanî, ku li ser edebiyata zarokan hatiye kirin. Pirtûka Masîreşê Biçûk a nivîskarê Azerî, Semed Bêhrengî jî di nava pirtûkên navdar yên nivîskarên cîhanî de cih digre.
Pirtûka ”Masîreşê Biçûk” xelata cîhanî ya “Hans Christian Andersen” ku taybet bi pirtûkên zarok û nûciwanane bi dest xistiye ku di dîroka Îranê de nehatiye dubare kirin.
Pirtûk di sala 1967ê de ji aliyê nivîskarê Azerî, Semed Bêhrengî ve hatiye nivîsandin.
Herwiha wênesaziya pirtûkê ji aliyê Ferşîd Mêsqalî ve hatiye kirin û xelatên weke: xelata yekem a pêşangeha navnetewî ya pirtûka zarokan a Bolonyayê û dîplomaya salane ya wênesaziya Bratislava yê bi dest xist.

Çîrok, heza Masîreşê Biçûk bo gihiştina deryayê vedigêre. Masîreş biryarê dide heya dawiya cobara ku têde dijî biçe û di vê riyê de ji bo armanca xwe bibe serî egîdî, şehamet, û fedakariyê dike.

Pirtûka Masîreşê Biçûk bo gelek zimanên cîhanî hatiye wergerandin. Herî dawî rojnamevan û werger, Dêrsim Oremar pirtûka Marsîreşê Biçûk wergerandiye ser zimanê Kurdî û di demek nêz de dê ji aliyê Weşanên J&J ve bigehe ber destê pirtûk hez û xwendevanan.
Di çapa Kurdî ya çîrokê de wêneyên wênesazê Îranî, Ferşîd Mêsqalî hatine bikar anîn.
Erkê çapa pirtûkê ”Hêvî Medya Grûpê” girtiye ser xwe.

dîtin: 562

Pêveker:

masîreşê biçûk yek ji 10 pirtûkên cîhanî ye