• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Mazlum çawa dibine zalim

Mazlum çawa dibine zalim


nivîskar: Eliyê Koçer
barkirin: Nîsan 28, 2014, 6:06


Waxta em hinekî dîrokê lêkolîn bikin, wî wextî em ê baş fambikin ku bê mazlum çawa dibine zalim. Çi ol û dîn ê ku hatine damezirandin di destpêka xwe de mafê mazluman parastiye, bi şûnde însanan ew ol û dîn ji bonî berjewendiye xwe bi kar anîne û zilm li însanan kirine.Di dema engîzesyonande xiristiyanan li ser navê dîn însan zîndî di şewi- tandin û di qatliamanre derbesdikirin. Dîne îslamê dema pêxember Hz. Muhemed S.A.W.. Ne tê de,wekîdin heya roja me yî îroyîn jî însanan li ser navê dîn ê îslamê zilmê dimeşînin. Li vira armanca min ne ku ez ol û dînan bi şêwazeke nebaş bidim nişandan, çi ol û dînên ku hatine damezirandin haqin, di wextê xwede pêşketî ne û di despêka xwe de mafê mazluman parastine, lê bi şunde însanan ew ol û dîn ji kakilê wê dur xistin, li şuna wan kelehên zilmê damezirandin. Ne tenê di bin nîre ol û dînan de zilm li însanan hatiye kirin, di serê sed salan bistande bi felsefa Marx û Engles li Sovyetê şoreşek pêk hat, bi navê sosyalîzmê qaşo ew şoraşa mafê mazlum û karkeran di parast, piştre ew dewletên ku li ser navê sosyalîzmê hatin damezrandin bûne wargehên zilmê. Di şerê Cîhanê yê duyemînde Hîtler bi milyonan cuhu “yahudî” kuştin û di qetlîaman re derbaskirin, ew gelê cuhu yê mazlum bi şunde dewleteke bi navê Îsraîl ê damezrandin û niha di dinya yê de bûne zalimê sereke.

Gelê Şîa bi salan di bin zilma Şahê îranê de jiyan. Di sala 1979 an de ku serkêşiya wê Xumeynî dikir şoreşek li îranê pêk hat, Şah ji dest- hilatdariyê xistin û li şuna wêya komereke îslamî damezrandin,ji roja ku li îranê komara îslamê hatiye damezrandin heya roja me yî îroyîn her sal li ser navê îslamê bi sedan însanan sukra wan tavêjin şelîtê û wan bi darve dikin. Dewleta yekbûyî “Emerîqa” berya pazdeh bîst sa-lan xwest ku li rojhilata navîn jibonî îslama nerm têxê meriyetê de hin proje amade kirin. Di destpêka vê projeyê de li tirkî yê ji roja ku komara tirkî hatiye damezirandin heya sala 2002 yan oldarên ku dibin zilma pergala kemalîzmê de di jiyan di sala 2002 yan de ku serkêşiya wan oldaran Receb Teyib û Evdileh Gûl bi rêve dibirin anîn ser desthilatda- riya komarê, lê kemalîstan evya hazm nedikirin, xwestin bi destên leşkeran desthilatdariya Teyib û Gûl têk bibin. Teyib êrdoxan bi pişgiri- ya Emerîqa operesyona bi navê balyoz û ergeneqonê da destpêkirin, hin general û serkêşvanê kemalîstan girtin avêtin girtîgehan. Di nava çar pênç salande Teyib Erdoxan ne hamu bê jî lê piraniya rexistinê broqrasiya Dewletê ya olîgaşîk xistin bin desthilatdariya xwe. Piştî ku Teyib Erdoxan leşker û pergala kemalîzmê bê bandor kirin, li şuna wêya ergeneqona kesk damezirand û bi şûnda berê xwe da gelê kurd. Teyib Erdoxan derkete televisyanan, gazî leşker û polîsên xwe kir û got, jin bê zarok bê çi pêwîst bê bikin, xwest projeya tamîlan bixê meriyetê û kurdan di qatlîaman re derbasbikê, bi hezaran siyasetvanê kurd avêtin girtîgehan, li gundê Roboske hijdeh ji wan zarok sîh û çar welatiyên kurd kuştin, ji roja ku Teyib Erdoxan hatiye ser desthilatdari- ye sed û heştê û pênc zarokên kurdan bi destê polîsên Erdoxan hatine kuştin û li Surî û rojavayê kurdîstanê çi xwîna ku hatiye rijandin destê Erdoxan û hevalbendê wî tê de heye. Erdoxan vê zilma hanê li ser navê îslamê dike û qaşo dibejê ez misilmanim.

Waxta em werin ser başurê kurdistanê û malbata berzaniyan, em dikin û nakin devê me nagerê em ê çi bibejin. Be çawa di sala 1990 tan de Dewleta Emerîqa ıraq dagir kir û bi wê dagirkirina iraqê re dîro- kê fersendek danî pêşiya kurdên başurê kurdîstanê û bi vê pêwanê kurdên başurê kurdîstanê azad bûn, niha jî dîrokê wekî başurê Kurdîs- tanê fersendek daniya peşiya kurdên rojavayê kurdîstanê, kurdên roja- vayê kurdîstanê jibonî ku azad bibin li ber xwe didin û alîkariyê ji her sê perçeyên din yê kurdîstanê û kurdên derveyî kurdîstanê dixwazin. Ji dêvla ku em çi kurdên hene bi kurdên rojava re bibin alîkar, em di meyzênin malbata berzaniyan û hevalbedên wî ji bilî alîkariyê bidin kurdên rojava neyartiya kurdên rojava dikin, evya ne exlaqiye, ne ujda- niye û ne însaniye, tu kurdên ku aqil û mêjî di serê wiya de hebê vêya qabûl nakê. Dijminên kurdan ji bonî ku kurdan bi hevudin bidin kuştin, bê hêz bikin û wan parçe bikin bi şev û roj di xebitin û di nava hewlda- nan de ne, li vira ya herî girîng ewe ku yek newê listoka dijminê xwe. Pêş gotineke me kurdan heye dibejin “çavên ku dijminê xwe nasnekê bila ew çav bi rijin” Hin dost û hevalên min car caran min hişyar dikin û ji min re dibejin rexneyê te pirr giranin, ji ber vê sedeme ez naxwazin rexneyên giran binivîsim. Waxta ku em îxanet û birakujiya kurdan bi ni- vîsin bi hezaran rûpelên nivîsan têrê nake, tenê ez dixwazim veya bi nivîsim, berya bi mehekê bi rêz Ahmed Tûrk gazî Bi rêz Mesûd Berza- nî kir û got waxta em taştêbin Tu jî firavînî. Ev gotina ” ez taştême tu jî firavînî” ji terefê kê ve hatiye gotin piraniya me kurdan pê nizanin. Ev gotina li herema Bişeriyê ji terefê Evdile yê Perîxanê birayê serokêşirê eşîra Rama Emîn ê Perîxanê ve hatiye gotin. Bûyer pirr dûvedirêje lê em ê bi kurtasî binivîsin. Di ser hildanên kurdan de Dewleta tirk gazî serokê eşîrên kurdan dikir, digot çekê xwe deynin û werin teslîmî me bibin. Hin serokên eşîran evya qabûl dikirin lê hinekan qabûl nedikir û li ber xwe didan. Emîn ê Perîxanê teslîmî Dewletê bû Lê birayê wî Evdile yê Perîxanê teslîmî Dewletê nebû.Emînê Perîxanê bi alîkariya leşkerê tirkan kete pey şopa birayê xwe Evdile de, Evdile bi şêwaze ke bêbextî dîl girt û teslîmî Dewletê kir. Dewleta tirkan ji bonî ku kurdan bi tirsînin kesên xuyayî û serokê eşîran waxta dîl digirtin piraniya wan bi şêwazeke hovane di gurandin serê wan ji laşê wan diqetand û li nava gel digerandin. Berya ku Evdile yê Perîxanê bibin serê wî jêkin û biku- jin Evdile berê xwe da birayê xwe Emînê Perîxanê û got kero waxta ez taştêbim tu jî firavînî. Dewleta tirka xwedî tecrûbebû, di zanîbû kesê ku xayîntiyê li birayê xwe bike, wê sibe xayintiyê li wan jî bike, heya ku Emînê Perîxanê bi kerî wan hat ji xwe re bi kar anîn û piştre Emînê Perîxanê jî li ser rêya Sertê kuştin, kuştina wîya jî xistin sukra kurê wî Şikrî de û kurê Emînê Perîxanê Şikrî jî avêtin girtîgehê. Bangewaziya me ji bi rêz Mesûd Berzanî re ev ê, Ji bonî berjewendiyê xwe li cem zalîman cih negre, tu alîkariya kurdên rojava nakê dijminahî ya wan jî neke, kesên ku xayintiyê li birayê xwe bikê tu kes qadr û qîmet jî nadê wan. Divê em vêya baş bizanibin waxta ku rojava bibe taştiya zaliman wê başur jî bibe firavîna zaliman.

Dîrok tu carî xayinan efu nake û jibîr nake.

dîtin: 682

Pêveker:

mazlum çawa dibine zalim