• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Medîha Kinêfatî : dixwazim li Kobanê li gel jinên YPJ’ê şer bikim

Medîha Kinêfatî : dixwazim li Kobanê li gel jinên YPJ’ê şer bikim


barkirin: Rezber 15, 2014, 10:26


Lîstikvana fîliman a Sûri ya  bi navê Medîha Kinêfatî   diyar kir ku mijara herî bibandor di vê demê de bûyrên Kobanê ne û got: “Rewşa Kobanê ya tirajîdî, bandorek mezin li min dike.  Dixwazim  li gel wan jinên qehreman yên Kobanê şer bikim.”

Lîstikvana navdêr ya Sûrî Medîha Kinêfatî  di sala 1984’an de li bajarê Helebê ji dayîk bûye.  Medîha  ji sala 2003’an de dest bi karê hunerî  beşê lîstikvaniyê  kiriye. Piştî ku ji zanîngeha Dîmeşq ya Şamê  beşê Sînema û Şano mazûn bû  di gelek fîlmêm serkeftî de rolên sereke lîst.

‘Şervanên YPJ’ê Sembola hêzê ne’

Medîha ji Rojnameya Al-Hayat  re axivî û balkişand ser qehremantiya  jinên kurd yên ku îro li Kobanê di çeperên şer de ne û wiha domand: “Ez jinên şervan yên din ava refên YPJ’ê de  li Kobanê têdikoşin , mînaka  jinên  ciwan ên Sûrî dibînim.  Jinên şervan sembola hêz, sebir û hêza herî mezin ya ku qet têknaçe  dibînim.”

‘Daxwazim li Kobanê şer bikim’

Medîha Kinêfatî  destnîşan kir ku  mirov bi gotinan nikare qehremantiya jinên kurd şirove bike û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Gotin hêsanin lê bi rastî tevlî ku  dilê min lawaz e jî, dixwazim  bi wan jinên qehreman yên Kobanê re têkevim çeperên şer û parastina rûmetê bikim.  Herî kêm ez dixwazim bi  şêwazek ji van jinên têkoşer re bibim alîkar.”

JINHA

dîtin: 217

Pêveker:

medîha kinêfatî dixwazim li kobanê li gel jinên ypj