• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Mehmûd Osman: Kurdan garantî wergirtiye

Mehmûd Osman: Kurdan garantî wergirtiye


barkirin: Gelarêzan 7, 2013, 6:59


Siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman da zanîn ku berî hikûmeta İraqê girêbesta kirîna çekan ligel Rûsya û Amerîkayê îmze bike, serkirdayetiya siyasî ya Kurd garantî ji wan herdu welatan wergirtiye daku careke din çek li dijî Kurdan neyên bikaranîn.

Siyasetmedar û Endamê Parlamentoya İraqê Mehmûd Osman ragehand ku herçiqas di siyasetê de hemû îhtîmal hene, lê belê berî wêya Amerîka û Rûsya girêbesta firotina çekan ligel hikûmeta İraqê îmze bikin, serkirdayetiya siyasî ya Kurdî kariye garantiyê ji wan herdu welatan werbigire daku careke din tarîx dubare nebe û ew şek li dijî gelê Kurd neyên bikaranîn.

Hêjayê gotinê ye berî du rojan Pisporê Amerîkî Daniel P. Serwer ji rojnameya Basê re tekez kiribû ku divê serkirdayetiya siyasî ya Kurd daxwaza garantiyê ji Koşka Spî bike, daku ew çekên difroşe İraqê li dijî Kurdan neyên bikaranîn.

Siyasetmedarê Kurd Mehmûd Osman di vê derbarê de ji radyoya Navxwe re axifî û got: ‘’Di siyasetê de pêşxistina berjewendiyan li pêş e, loma ne şert e ew herdu welat biya serkirdayetiya siyasî ya Kurd bikin, ji ber berjewendiya wan di wê yekê de ye wan çekan bifroşin êdî çi welatek be, serkirdayetiya siyasî ya Kurd jî hest bi vêna kir lewma daxwaza garantiyê kirine.’‘

Osman bal kişand ser serdana Barzanî ya bo Amerîkayê û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Di serdana çaverêkirî ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya bo Amerîkayê de, careke din Barzanî daxwaz dike ku garantiyê bidin Kurdan û ew çekên difroşin İraqê li dijî gelê Kurd neyên bikaranîn.’‘

Bas News

dîtin: 197

Pêveker:

mehmûd osman kurdan garantî wergirtiye