• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Mehrîcana Fîlman ya Hewlêr bi beşdarbûna navdarên cîhanî pêk tê

Mehrîcana Fîlman ya Hewlêr bi beşdarbûna navdarên cîhanî pêk tê


barkirin: Gulan 2, 2014, 5:16


Pevdarê fermî yê festîvala navnetewî yê sînema li Hewlêrê tekez li ser wê yekê kir ku dê hejmarek ji stêrkên sînema cîhanê û Ereb beşdarî festîvala yekem a navdewletî ya sînema li Hewlêrê bibin, ku wê ji 5 ta 10 Gulanê birêve biçe.

Pêştiwan Ebdulah  di da xuyaniyekê de da xuya kirin ku festîvala yekem ê navdewletî ya sînema li Hewlêr wê mêvandariya hejmarek ji stêrêkên sînema yên cîhanê bike weku Jean-Claude Van Damme, lîstvanê Hindistanê yên navdar weku Amitabh Bachchan, Dharmendra û Sony Deol bike, her wiha dê lîstkvana Tirk Bêrîn Sat, Meryem Ozlî û lîsikvanê Êranê Mustafa Zemanî û ji welatên Ereb Leyle Ilwî, Huisên Fehmî, Îlham Şahîn, Sûmeya Xeşab, Eymen Zêden û Muna Wasif jî beşdarî çalakiyên festivalê bibin.

Her wiha Ebdulah da xuya kirin ku dê hejmarek ji Filêm nû di festival de bêne pêşkêş kirin, û da xuya kirin ku hunermenda Sûrî Muna Wasif dê yek ji endamên komîta dadwer bê û dê di festival de bête xalat kirin.

Wekî din wê di festival de hejmarek ji filmên derhunerê Kurdê mezin Yilmaz Gunêy bêne pêşkêş kirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistnê di navbera rojên 5 -10 Gulanê de çalakiyên festîvala Hewlêr a yekem ê sînema ya navdewletî li Hewlêrê di çarçoveya çalakiyên Hewlêr paytexta geştiyara Ereb a sala 2014`e de birêve dibe.

Birêvebieya festivalê hubermendê Tirk Qadir Înanir serokê komîta dadwer a filmên dirêj  diyar kir,  her wiha her yek ji hunermenda Firansa  Îmenewêl Bîrkot û derhunera ji Êranê Thmîne Mêlanî, hunermenda Sûrî Muna Wesêf , hunermendê Kurd Husên Zahawî û tiyetrovan Nasir Hesan cihê xwe di komîta dadwerde digrin.

Komîteyên dadwer yên festival wê xelatên, hespan bi zêr hatine xemlandin û xelatên ku ji 10 hezar ta 30 dolarî ne bidin kesên ku hêjayî xelatên  bêne dîtin.

 

PUKMEDIA

dîtin: 519

Pêveker:

mehrîcana fîlman ya hewlêr bi beşdarbûna navdarên cîhanî pêk