• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Melayê xwefiroş yê Kurd li nava Daiş hate kuştin

Melayê xwefiroş yê Kurd li nava Daiş hate kuştin


barkirin: Rêbendan 1, 2015, 12:18


Alîkarê Wezareta Pêşmerge Enwerê Hacî Osman ragihand ku, ew melayê ku ê ku gefa dagîrkirina Kerkûk û Hewlêrê xwaribû, hat kuştin.

 

Enwerê Hacî Osman ji Rûdawê re ragihand: “Mela Şiwan, ê ku di vîdyoyekê de gefa dagîrkirina Kerkûk û Hewlêrê dixwe, di şerê Hêzên Pêşmerge de hat kuştin.”

 

Piştî dagîrkirina bajarê Mûsilê û çend bajarekî din ê Iraqê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve di hevîna sala borî de, mela Şiwan, ku melayê mizgefteke Hewlêrê bû, bi xwe û jin û keçên xwe tevlî rêxistina DAIŞê bibû.

 

Şevtira din mela Şiwan ligel çend kurdên din di vîdyoyekê de derdikevin ku bi zimanê kurdî gefa dagîrkirina Kerkûk û Hewlêrê dike û dibêje roja înê çekdarên DAIŞê derbasî nava Kerkûkê dibin.

Rûdaw

dîtin: 326

Pêveker:

melayê xwefiroş kurd li nava daiş hate kuştin