• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Merkel pêdiviya hinartina çekan ji bo Kurdan anî ziman

Merkel pêdiviya hinartina çekan ji bo Kurdan anî ziman


barkirin: Gelawêj 28, 2014, 1:54


Hikumeta Elmanya ji bo birêkirina çekan ji bo Kurdan dê roja yekşemê biryar bide.
Serokwezîrê Elmanya Angela Merkel diyar kir ku Daîş komkujiyên hovane dike û pêwiste ku çek ji bo Kurdan bêne birêkirin. Angela Merkel dihunê (27.08.2014) axifî û got ku kiryarên Dewleta Îslamî nijadkujiye û bo vê yekê jî arîkariya çekan ji bo Kurdan pêdiviyeke.
Merkel got ku komkujî û hovîtiya Daîş ê sedemeke dicîdeye ku di çarçoweyeke sînordar de çek ji bo Kurdan bêne birêkirin.
Roja Yekşemê dê biryar bête dayîn bê ka dê Elmanya kîjan çekan bişînê Kurdistanê. Hate diyarkirin ku ji bo Wezîra Navxweyî Ursulan von der Leyen rêza çekên ku dê bêne hinartin hatibû dayîn. Tê hêvîkirin ku Elmanya li gel gelik welatên hevkar mijara rêkirina çekan gotûbêj bike.  Hate diyarkirin ku dê di civîneke biçûk ya navbera wezîran de biryara rêza çekan bête girtin.
Ji bo li gel çekan kesên bispor ji bo perwerde û bikaranîna çekan yên Elman bêne hinartin an na hîna zelaliyek tune.

Partiyên muxalif yên Elman jî dixwazin ku ev biryar bikeve dengdanê û reya wan jî bête wergirtin. Lêbelê hate diyarkirin ku di dema biryargirtina hikumetê de biryara parlementoyê ne pêwiste. Hate diyarkirin ku dê parlemento di qonaxa biryargirtinê de na qonaxa gotibûjê de cî bigre.  Çepgir û kesên Elmanya jî dijî hinartina çekan ji bo Kurdan radiwestin.
Gelik welatan piştî êrîşa Daîş çek ji bo Kurdan birêkirin. Yên ku pêşengî kirin jî Welatên Yekgirtî yên Emerîka, Kanada, Xirvatistan, Elbaniya(Ernawut), Îtaliya, Fransa û Berîtanya. Lê di rojên bihurî de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku yê destpêkê arîkariya çekan ji bo wan kirî Îran bûye.

Ev nûçe piştî Der Spiegel ê ji aliyê weşanên Deutsche Welle de hate belavkirin. Di nûçeya Tirkî ya Deutsche Welle de dûrî ya beşa Elmanî qet qala Kurdan nehate kirin û navê Kurdan di nav nûçeyê de nehate nivîsandin. Di birêkirina çekan û mijara nûçeyê de jî tenê – Bakurê Îraqê – hate nivîsandin. Di heman demê de qala welatên ku arîkariya çekan ji bo Kurdan kirî nehate kirin û navê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wekî ku di beşa Elmanî de derçûyî nehate nivîsandin.

 

 

 

 

dîtin: 506

Pêveker:

merkel pêdiviya hinartina çekan ji bo kurdan anî ziman