• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Meryem Xan, Pêşenga Karwanê Sitranbêjiya jina Kurd

Meryem Xan, Pêşenga Karwanê Sitranbêjiya jina Kurd


nivîskar: Kakşar Oremar
barkirin: Nîsan 12, 2015, 12:33


Çandên cûr bi cûr û bihêz li ser vî erdî şîn bûne û li her dera cîhanê, belav bûne. Tofana hezretê Nûh(Nûh pêxember) li ser gotina gelek nivîskar, lêkolîner û dîrokzanan di xaka Kurdistanê de (herêma Botan an jî Agirî li Serheda bakurê Kurdistanê) çêbûye. Îbrahîm pêxember di çaxên gelek pêşîn de li herêma Rihayê, gel vexwendiye ser ol û riya xwe ya dînî. Ji bo wê jî Riha bi “Bajarê Pêxemberan” jî navdar e. Herwiha gelek bûyerên din yên dîrokî li cihwarê bav û kalên me qewmîne ku tev nîşanên kevnariya jiyana mirovan di Kurdistanê de radigihînin.
Ji bo wê jî çanda gelê kurd ji aliyê Folklorê (stran, beyt, çîvanok, destan û hwd…) ve, xwedî dewlemendiyeke taybet e.
Di hunera kilam û stranên kurdî de ji ber hebûna siruşta rengîn û çar werzî, gul û çîçekên reng bi reng, çiyayên bilind û bedew, gelê hunerperwer û herdem şadê Kurdistanê, zengîniyek taybet tê dîtin. Kurdistan mîna dergûşa bajarvaniya (şaristaniya) kevnar di Rojhilata Navîn de tê nasandin.
Bindestiya gelê kurd, dagirkirin û perçekirina axa Kurdistanê ji sedsala 19’an pê de bûye sebebê talankirina gelek mîratên neteweyî ku zêdetir ji hemû nirxan kilam û stranên kurdî ji aliyê gelên serdest ve, hatine dizîn û talankirin. Stran, ziman, huner, xak û dîroka her neteweyekê nîşanên xembar ji bo pênaseya wan a netewî.
Dagirkeran ji bo ji navbirina van nirxên neteweyî pir xebat kirin, lê bi hemû zordarî û zehmetiyên bêdawî ku ji kurdan re çêkirin, di hemû warên civakî, hunerî, ramyarî, aborî û hwd… xort û keçên kurd jî mîna erkeke mirovanetiyê şiyan û liyaqeta xwe di van qadên cûr bi cûr ên xebatê de, xuya kirine. Pisporên mezin ji nava wan derkertine qada vê xebata bi şan û şeref.
Di vir da armanc ew e ku li ser jiyana xanimek hunermend ku gelek perdeyên reş li ber çavên jina kurd hildan, (ger bi kûrtî jî be), hinek zanyarî bên pêşkêşkirin. Pir kesan derheqa jiyan û hunera Meryem Xanê de nivîsandine, lê hê jî lêkolîneke berfireh li ser jiyana wê nehatiye kirin. Ev di rewşekê de ye ku gelên din li ser kesayetiyên xwe rêzefilm û filmên sînemayê durist dikin. Berî çend salan rejîsorekî misrî rêzefilmeke dûr û dirêj li ser jiyana hunermenda Ereb Omkelsûmê çêkiribû. Dema ku ji wî pirs kirin:” tu derheqa vê filma xwe de çi dibêjî, wiha bersiv dabû:” Ev kêmtirîn karê mumkin bû ku min ji bo hurmeta huner û kesayetiya Omkelsûmê pêkanî.” Gelo em çiqas deyndarên Dayikî Cemal, M. Xan, Nesrîn Şêrwan, Elmas Xan, Fewziye Mihemed, Gulbihar û yên din in?
Ev nivîs ji xeynî çavkanî û jêderên ku mifa jê hatiye standin, li ser bingehê zanyariyên gelek kesên pîr, kal û bi temen ku heta Meryem Xan ji nêzîk ve jî dîtine, hatiye amadekirin. Bi wê hêviyê ku ev nivîsa kurt, hinek aliyên tarî yên jiyana Meryem Xanê, aşkera bike.

Stêrka geş a asîmanê huner û kûzikê Kurdistanê
Belê Meryem Xan ew jina kurd e ku di dîroka hunera Kurdistanê da bo yekemîn car hat nava qada xizmeta huner û strana kurdî û nav û xebata wê ket nava rûpelên dîroka hunera welatê me. Ji bo wê jî dengê wê ket nava hemû mal û xanedanên kurdan. Wê di temenê xwe yê kurt lê pirbar de, karî şûpekê li pey xwe bihêle ku heya roja îro jî gelek heyranên deng û rêya wê dane ser şopa wê ya bêmirin.

Meryem Xan kî ye?
Meryem Xan keça Mihemedê kurê Ehmedê Botîye. Ew di 1904’an de li gundê Dêrgolê(1) yê girêdayî navçeya Bêrtê li Botanê hatiye dinê. Hinek jêder jî dibêjin ew ji Nisêbîn (Misibîn)ê ye û li wir hatiye dinê.
Di bihara 1992’an de, kalekî 80 salî yê bi navê (Hecî Ehmed ji gundekî herêma Şemzînan) (2) di bareya Meryem Xanê de ji min re wiha got:
“Min ji nêzîk ve ew dîtiye. Ez di çaxê desthilatdariya Seyîd Teha Gîlanîzade (ji aliyê Îngilîzan ve bibû hakimê Herîr û Batas) li Herîr û Batas ê (3) rojekê çûm xizmeta Gulîzar Xanima(3) xêzana Seyîd Tehayê Gîlanîzade. Dema ez ketim hundirî dîwanxaneyê, min xanimeke maqûl û bi hurmet dît ku li cem Gulîzar Xanimê rûniştibû. Poşiyeke bi gîfî û rîşî li serê wê bû. Mîna jinên e´şîreta biskên xwe jî berdabûn, kiras û kurtek kiribûn ber xwe, bejna wê bilind û rûyê wê jî pir bedew bû. Jinek medenî (bajarî) û rengê jinên bajaran li ser bû.
Ez bêhnekê rûniştim û piştî bersivdayîna çend pirsên Gulîzar Xanimê, wê ji min pirsî: Ehmed tu vê jinê nas dikî?”
Min jî jê re got:” Xêr, ezbenî, min heta niha ev xûşk nedîtiye”.
Gulîzar Xanimê bi ken dîsa ji min pirsî: Te dengê wê jî nebihîstiye”?…
Wê demê min zanî ev xanima bi hurmet hunermenda kurd Meryem Xan e. Ji ber ku di wan salan de tenê dengê jinek stranbêj li ser qewanan hatibû tomarkirin û herkes bi bihîstina dengê wê mest dibû. Ger li meclisekê hizar kes rûniştî bûna, dema dengê Mihemed Arifê Cizîrî, Mereyem Xan, Seîd Axa û Kawîs Axa ji radioyê dihat, herkes bêdeng dibû. Ez qet ji bîr nakem, wê rojê li ser daxwaza Gulîzar Xanimê Meryem Xanê strana (Mihemedo Ronî) ji me re got. Baş tê bîra min dema distirî hêsir bi ser rûyên wê de hatin xwarê. Bi bihîstina awaza dengê wê haya me jî ji me nemabû. Dema stran xilas bû, me dît ku li binder û berê pencerên dîwanxaneyê, jin, mêr û zarok kombûne. Ew bêdeng rawestiyabûn û li dengê Meryem Xanê guhdarî dikirin. Baş nayê bîra min lê wek ez dizanim ew ji Kerboranê ye…”
Wek tê dîtin mamê Hecî Ehmed jî cihê ji dayikbûna Meryem Xanê wekî Kerboran dizane. Kerboranê dikeve rex çemê mezin li bakurê Kurdistanê. Hinek jêder jî cihê jidayîkbûna wê gundekî derdora Batmanê didin diyarkirin.
Bi her awayî ji xeynî li berçavgirtina van têbînîyên wiha, xala herî girîng ew e ku Meryem Xan ji malbatek Botanî ye. Wek gelek kes dibêjin wê di jiyana xwe da gelek zehmetî dîtine.

Botan û huner
Bi giştî xuya dibe ku li ser cihê ji dayikbûna hunermenda nemir Meryem Xanê, çend gotin hene lê bi giştî pêwîste em bizanin ku ew ji herêma Botanê ye. Botan ku di dîroka azadîxwaziya gelê Kurdistanê da, cihekî girîng û berçav digire ber xwe, di sedsala 19’an û despêka sedsala 20’an de bi hêztirîn mîrekdariya kurdan, desthilatdarya xwe tê de damezrandiye. Bedirxaniyên navdar, Cizîr(5) kirin paytexta herêma desthilatdariya xwe. Wê malbata mezin di hemû waran de, xizmetên mezin ji bo gelê kurd kirin. Di qesr û dîwanxaneyên wan de helbestvan, nivîskar, dengbêj û kilambêjan, cihekî taybet girtiye. Qîmeta huner û hunermendên dengbêj li cem wan pir zêde bûye.
Meryem Xan di herêmek wiha da, hatiye rûyê dinê. Çav û guhên wê bi stran û kilamên kurdî yên resen vebûne. Li gor lêkolîna akademîsyenên biyanî, Botan heta roja îro jî çavkaniya herî sereke ye ji bo kilam û stranên kurdî yên otantîk. Jin di herêma jiyana Meryem Xanê da heta radeyekê di kar û barên civakî da mil bi milê mêran xebitîne, ew serbest bûne û dengbêjan (çi jin an çi mêr), di şahî û dewatan da bi serbestî stran gotine.
Meryem Xanê perwerdeya xwe ya hunerî di germiyan, zozan, şahî û şîniyên Botanê de, di nava gelê xwedî çandeke dewlemend de, stend.
Dema mirov guhê xwe dide dengê wê yê tejî soz, ji fonîtîka ziman û edakirina peyvên wê, zû pêdihese ku ew ji kurdên herêma Botanê ye.
Cizîra Botan mîna kaniya belavbûna gelê kurd li hemû herêmên din yên Kurdistanê jî hatiye binav kirin. Dema mirov ji koka malbatên bi esil û nesebên kurd di Kurdistanê de, dipirse, koka piraniya wan vedigere ser kurdên Cizîra Botan. Bo nimune rûspiyên êl û eşîretên Şikak ku niha bi piranî li herêma Selmas (Dîleman) û Urmiyê bi cîhwar in, dibêjin eslê wan ji Cizîra Botan e. Axiftin û diyaloga wan jî vê gotinê bêtir nêzîkî rastiyê dike. Ji ber wê jî hinek kes dibêjin Meryem Xan Şikakî ye. Lê xuya dibe ku wê jiyana xwe ya dema zarokatiyê li herêma Botan, bihurandiye. Li ser gotina her du hunermendên nemir Mihemmed Arifê Cizîrî û Nesrîn Şêrwan Meryem Xan li gundê Dêrgolê hatiye dinê. Her du hunermendên navbirî jî bi eslê xwe ji herêma Botanê tên û ji nêz ve hunermenda kurd Meryem Xan nasdikirin. Wiha tê kifşê ku gundê Dêrgolê cihê ji dayikbûna wê ye û ev gotin ji tevan bêtir nêzîkî rastiyê ye.

Mercên destpêka jiyanê û meşa ber bi rojavayê Kurdistanê
Despêka jiyana Meryem Xanê vedigere wan salên ku rewşa cîhanê bi giştî û ya Kurdistanê jî bi taybetî ber bi xirabûnê ve diçû. Meryem Xanê dema dikeve deh saliya xwe, şerê cîhanê yê yekem dest pê dike. Împiratoriya Osmanî ber bi belavbûnê ve diçe û fermana kuştina cîranên kevnar û dîrokî yên kurdan (gelê Ermen) jî dest pêkiriye. Di wan salan de gelê kurd jî ji bo bi destveanîna mafê xwe û damezirandina Kurdistanek serbixwe, hêdî-hêdî dest bi serhildanan kiriye. Şerê cîhanê yê yekem, rewşa tevliheva împratoriya Osmanî, serhildanên kurdan û Qirkirina Asurî û Ermenan, rewşa jiyana civakî û siyasî li herêmê dişêwînin. Hejarî, tengdestî û xizanî di nava malbatên kurdan de, zêde dibe. Ji ber van sebeban, di 1915’an de malbata Meryem Xanê mîna bi sedan malbatên din, ji Dêrgolê û herêmên din yên bakurê Kurdistanê, koçî Rojava dike.
Ji aliyek din ve, kurd û asûriyan ji ber zordestiya dijmin, gelek caran bi hevre cihwarê jiyana xwe terikandine. Malbata Meryem Xanê jî di wê sala ku fermana ermeniyan hatiye diyarkirin, ji Dêrgolê ber bi başûrê rojavayê Kurdistanê, çûne. Ji bo wê jî hinek kes dibêjin Meryem Xan ermenî yan jî asûrî ye. Lê heta niha li ser vê hindê, lêkolînek baş nehatiye kirin û tu goman tê de nîne ku tiştekî ne rast e. Çimkî ji paşnav an jî ya rastir navê bavê wê Mihemed (kurê Ehmed) e, eşkere dibe ku ew kurd û bi ola xwe jî misilman e. Rewşa jiyana kurdan li wê para Kurdistanê ya di bin destê komara Tirkiyê de, berê gelek kurdan ber bi rojavayê Kurdistanê dide û wan dikişîne wira. Herwiha tê gotin ku bav û birayên Meryem Xanê ji ber helwesta xwe ya li dijî Osmaniyan û hevkarî nekirina wan ya di qirkirina ermenî û asûriyan de, ji rûyê neçariyê ji cihwarê jiyana xwe, koç dikin. Malbata wan li Qamişlo bi cih dibe. Meryem Xan li wir bi xurtekî malbata Bedirxanî yên navdar re dizewice. Min pir pirs kir ku navê wî xurtê kurd bi dest bêxim, lê me kesek ji malbata Bedirxaniyan ne li Ewropa û ne jî li Kurdistanê, peyda nekir ku navê wî bizanibin.
Lê hinek kes dibêjin nave wî xortî Mihemed bûye û piştre Meryem Xanê starana “ Mihemedo Ronî” li ser wî gotiye. Tu jêder jî behsa vê xala girîng di jiyana Meryem Xanê de nakin ka ew çawa û kengî bi xortê malbata Bedirxanî re zewicîye an jî sedemên cudabûna wan çine!..
Heta rewşenbîrên mîna Celadet û xanima wî Emîre Rewşen Bedirxan jî di tu nivîsên xwe da behsa vê hunermendê nakin. Lê li rojavayê Kurdistanê, Meryem Xanê çûn- hatina mala rewşenbîr û kurdperwerê mezin (Mîr Celadet Bedirxan) kiriye. Wê bi dengê xwe yê bi şewat di hizura Emîre Rewşen Bedirxanê û malxê wê de straye. Li vir xûya dibe ku despêka naskirina wê bi xurtê malbata Bedirxanî û zewaca wan li mala Emîr Celadet Bedirxan, dest pêkiriye. “Xan” jî piştî zewaca bi xortê malbata Bedirxanî re dibe paşnavê wê yê hunerî.
Sedemên wê hindî ku di wan kovar û nivîsên ku endamên malbata Bedirxaniyan weşandine û li ser huner, jiyan û mirina Meryem Xanê tiştek nehatiye weşandin, pir bala mirovan dikişîne. Min li hemû hejmarên Ronahî û Hawarê nêrî. Lê tiştek di der barê Meryem Xanê de di rûpelên wan kovarên bi nirx de, nehatiye nivîsandin!.. (Dê bidome)

 

Azadiya Welat

meryem-xan-12

dîtin: 345

Pêveker:

meryem xan pêşenga karwanê sitranbêjiya jina kurd