• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Mesût Barzanî vegeriya Başûrê Kurdistanê

Mesût Barzanî vegeriya Başûrê Kurdistanê


barkirin: Pûşper 3, 2013, 9:09


Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî piştî serdanekî fermî ya Rûsya û Fransayê îro piştî nîvro bi rêya firokxaneya navdewletî ya Hewlêrê gihîşte Herêma Kurdistanê û raste rast beşdarî li ahenga 273 saliya ragihandina serxwebûna Emerîkayê bû. Di ahengê de konsolê berê û yê nû yê Emerîkayê li Hewlêrê û hejmarek berpirsên hukumeta herêma Kurdistanê amade bûn.

Di merasîmê de hejmarek gotar ji aliyê konsolê berê û yê nû yê Emerîkayê ya Hewlêrê û her weha ya berpirsê fermangeha pêwendiyên derve ya hukûmeta herêma Kurdistanê hatin pêşkêş kirin.

Di dema serdana Barzanî ya derveyî herêmê de li Başûrê Kurdistanê jî ji bo dirêjkirina maweya serokatiya Barzanî li parlemenê nîqaş hebûn. Peyivdarê serokatiya herêma Kurdistanê diyar kiribû ku serokê herêmê piştî vegera xwe dê der barê vê mijarê de nêrîna xwe vebêje. Çav li rêye ku Barzanî li ser mijara dirêjkirina maweya serokatiya wî ya bo du salan, di demek nêzîk de daxuyaniyekê pêşkeş bike.

dîtin: 94

Pêveker:

mesût barzanî vegeriya başûrê kurdistanê