• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Meymûnên Dizok

Meymûnên Dizok


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Pûşper 6, 2017, 8:48


Meymûnên li Baliyê ji bo têrbûnê, bi gotineke din, ji bo peydakirina xwarinê, smartphone, berçavk û kincên tûrîstan didizin. Meymûn piştî sal û demên dirêj fêrî diziya materyalên giranbiha bûne.

 

Lêkolîner Fany Brotcorneê ji zanîngeha Liège/Luikê bi qasî çar meheyan xebatên xwe li ser meymûnên ku materyalên tûrîstan didizîn, û li hawirdora Perestgeha-Uluwatu ya li Endonezyayê ne, pêk aniye. Ji materyalên herî zêde dihate dizîn, kinc, smartphone û berçavkên tûrîstan bûye.

 

Lêkolîner Fany Brotcorne wiha dibêje; "Xebateke berê ya li ser meymûnên girtî hatibû dîtin ku meymûn, bi fêrkirinê dikaribûn tiştên binirx texmîn bikin. Mesela dema meymûn tiştekî bihuner pêk dianî, bi xwarinê dihatin xelatkirin. Lê ji vê xebata min diyar dibe ku meymûn, bi xwe xwe jî dikarin xwe fêr bikin."

 

Meymûnên kovî bi rêya demîngirtinê fêr dibin û pê re materyalên giranbuha tespît dikin. Mesela dema toqeya elastîk ya porê jinekê didizin û jinik bêdeng dimîne û xwe nalivîne, meymûn destên xwe ji diziya toqeya elastîk dikişînin û berê xwe didin materyalên din.

 

Fany Brotcorne wiha berdewam dike; "Meymûn bi awayeke rêkûpêk û nazik karê xwe pêk dihînin, hema bêje qet silik(agresîf) nabin. Bi gotineke din qet êrişê tûrîstan nakin û naêşînin, û tim bi tenê serê xwe karê xwe pêk dihînin."

 

Çavkanî: De Morgen

dîtin: 102

Pêveker:

meymûn balî tûrîst jêhatî jîr û zîrek