• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Mîr Bedirxan û Botan-Kurdistan

Mîr Bedirxan û Botan-Kurdistan


nivîskar: Çiya Mazî
barkirin: Gulan 25, 2015, 6:37


Rêzenivîs (7)

29 XEWNÊN SERHILDANÊN KURDAN

(Ji Bo Zarok û Ciwanan)

Mîr Bedirxan û Botan-Kurdistan

Gelî birayên delal, ez di vê xewna xwe de ketim nava qewmekî ku min di demên berê de, di jiyana xwe de pir bihîstibû. Ji xwe hûn jî baş nas dikin. Sal 1835 bû û ew êl jî “Bedirxanî” bûn. Êla wan jî li gor navdariya wan mezin bû. Serokê êlê Bedirxan, yekî gir î bilind bû. Badir Xan kurê Ebdal Xan bû, Ebdal xan lawê Ebdulezîz waliyê Diyarbekir bû. Ji bav û kalan de arîstokrat bûn. Secera wan digihişt heta Mustafa Xan, Mansur Xan, Emîr Şeref Xan, Emir Mehmet Xan. Bedir Xan, ji ber wê secerê 16 salî bûbû Mîrê Botan. Malbata wî pir fireh bû; bi rastî kesî nizînîbû çend zaroyê wî hene. Hinekan digotin 65, hinekan digotin 90. Tiştê li mala wan bala min kişand, lawê wî yê mezin Elî Şamîl bû, digotin hê di zarokiya xwe de kurekî çak û zîrek bûye, şervan û fermandarekî ku li gor dihat gotin û li gor min didît, pêşketî bû. Navenda vê mîrekiyê Cizîra Botan bû.

Min ev dîmen di xewna xwe de li pey hev û bi lez dîtin li vê derê; dema tanzîmata dewleta Osmanî hat îlankirin û Nastûrî û Êzîdiyan jî xwestin bacê nedin Bedir Xan û Osmaniyan, nexweşiyên herêmê dest pê kirin. Piştî ku Cizîra Botan ji Diyarbekir hat veqetandin û bi Mûsilê ve jî hat girêdan, nakokiyên di navbera Bedir Xan û Dewleta Osmanî de jî êdî dest pê kir. Heft salê mîrekiya wî bû û dîsa li himber Osmaniyan rabûbû. Bac û Esker neda İmperatoriyê. Gelek deverên ku Kurd lê dijiyan bi dest xwe xistibû. Pêşî piştgiriya Xan Mahmût û Mîrê Çolemêrgê Nûrullah Beg jî stendibû û têkiliya xwe bi Mîrê Erdelan re jî xurt kir. Bi wan re peyman çêkir ji vê peymanê re digotin “Peymana pîroz”. Hêzek wisa pê re çêbûbû ku li Dîwana xwe digot; “Împaratorê vî welatî ne Sultanê Osmanî ye, ez im; heke hêza wî hebe, yê min jî esaleta min heye, ez jî esîl im”.

Mirovekî bi heybet bû; bestukura qapûtê wî bi zêr neqişandî bû, bi firehiya metroyekê şûtika wî ya ser milan, desmalek wî ya bi nexş û cîzmeya wî ya ku kêlekên wê sor û vajîkirî, ew wekî qralekî xuya dikir. Hinek Kurdan jê re digotin Mihemmedê duyemîn, pir jî dîndar bû. Hinek êl û eşîrên Nastûrî û Filehan jê nexweş bû, ji ber ku wî bac ji wan distend. Lê bi wan re jî peyman çêkir. Gelek proje amade kir; yek ji wan çêkirina cuhoyek dirêj bû, ji bo Behra Reş û Gola Wanê bigihîne hevdû. Ji bo bazirganiya Bahra Wanê û hunera şer gelek xwendekar şand Ewropa û xwest bazirganiya herêmê bi pêş bixe. Du atolyeyê çekan li Cizîrê ava kir. Ji bo têkiliya xwe bi dinyê re deyne, zewaca bi filehan re serbest kir û baca wan hindik kir. Li gor tê hişê min gelî hevalan di sala 1842’an de jî serxwebûna welatê xwe Kurdistanê îlan kir. Cizîra Botan kir Paytext û hêzên wî ala Kurdistan li ser Birca Belek û Dêlgurê li ba kirin. Serok û fermandarên wî sond xwarin ku ji bo azadi û serkeftina Kurdistan bixebitin û hukumeta wê biparêzin. Ewlekariya welatê xwe bi awayekî têkûz bi cîh tanî. Ji ber wê ewlekariyê jî Ewropiyan wisa digot: “Zarokekî biçûk jî dikare di nava axa Botan de destê xwe kil bike û bigere, kes nikare tiştekî pê bike.” Heta sala 1847’an rewş wisa bû, heta min dît.

Ji vê bicîhbûna pergala mîrekiyê, Ewropa ji bo berjevendiyên xwe ketin tev û alîkarî da împeratoriya Osmanî û artêja împeratoriyê ji sê beran êriş bir ser hêzên Bedirxanî. Di wê salê de şerekî giran çêbû, neviyê apê Bedirxan û fermandarê Kurdistan Êzdîn Şêr hat girtin û pêre jî çû alî Osmaniyan. Gelek cephaneyên mîrekiyê bi vî awayî hat bidestxistin û Êzdînşêr kirin Mîrê Botan. Mîrekên din ku tifaq pê re çêkiribû yê wekî Mîrê Hekkarî Nurullah, vekişiya. Birayê Mahmût Xan, Abdal Xan ku di tifaqê de bû, ew jî çû alî Osmaniyan, Mahmût Xan teslimi Osmaniyan bû û Mîr Bedirxan têk çû. Ew dem 27 Tirmeh 1847 bû. Bi şertê ku peyayên wî nekujin berdest bû. Lê Osmaniyan ji bo ku carek din serî hilnede, ew kirin paşa û pêşî birin Stenbolê, dû re birin Girava Girît’ê. Ew jî li wir bi padîşah re xebitî û serhildana Girîtê ya li himber Siltan çewsand, padîşah ji bo vê yekê payeya Mîrê Mîran dayê.. Piştî salan, ji ber nedawa wan deran nexweş ket û got “Min bibin welatê min, bila ez li wir bimirim.”

Lê belê nebirin ser axa wî û ew îjar birin Şamê û li wir ma. Heta mirina wî ya di sala 1869’an li wir peywîrdar bû. Dema ku mir 4 jinê wî, 5 heb cariye, 21 law û 21 qîz bi temamî 42 zarokên wî sax man li dû wî. Piştî wî Mahmût Xan mîrê Wanê jî şandin Bulgarîstan bajarê Rûscûk û Mîrê Çolemêrgê Nurullah Beg jî şandin Girîtê. Û piştî ku serhildan bi tûmî têk çû, Osmaniyan pergala herêmê guherand. Navend bû Diyarbekir; Wan, Mûş, Çolemêrg, Cizîr, Bohtan û Mêrdîn pê ve hat girêdan û Osmaniyan bi xwe navê wê eyaletê jî kirin Kurdistan.

Ezdîn Şêr Kî bû?

Êzdînşêr lawê pismamê Bedirxan, lawê Mîr Sêvdîn e. Mîr Sêvdîn berî Mîr Bedirxan ew serokê Botan bû. Hê di dema ku Bedirxan bû Mîr, navbera wan nexweş bû. Ji ber ku digotin Bedirxan fen li me kiriye û ji me mirov kuştine. Ji ber wê yekê jî tê gotin ku Êzdînşêr xwestiye têkeve dewsa Bedirxan û pê re xaintî kiriye û alîkarî bi Osmaniyan re kiriye.

Îjar dema ku Êzdînşêr bû Mîrê Botan wî jî xwest derdora xwe fireh bike heçî mirovên jêhatî jî anîn ba xwe. Ji vana yek hebû navê wî Xelefê Şûvî bû. Ji eşîra Şûvê ya li derdora Dihê bû. Mirovekî pir çak û jêhatî bû. Gelek carî li himber Mîr Êzdînşêr radibû. Yekî bi rik bû. Singa xwe dida gulleyan. Egît û mêrxasekî şeran bû. Eşîr û begên derdorê gişan hesabê wî dikirin û jê ditirsiyan, fermandarekî pir navdar bû. Ji ber wê yekê Mîr Êzdîn jî dixwest her tim ew li ba wî be. Lê ji ber nelihevkirinên plan û tevgerên leşkerî û serdestiyê û nav û navdariya xwe, Xelef çû serê çiyan û bi serê xwe jiya. Ku denmek tê çû û lawazbûna hêza mîrekiyê xuya bû, Mîr dîsa bangî wî kir û ew li ba xwe bi cîh kir. Xelef bû fermandarê mîr Êzdîn. Tevlî ku carinan li himber wî radibû jî dîsa ji hevdû neqetiyan heta demek dirêj. Leb her tim Xelef serhişkiya xwe diyar dikir û serhildana xwe li himber mîr dimeşand û li ber wî radibû û gotina xwe venedişart. Gelek caran ew û mîr radibûn hevdû. Çîroka wan a ku herdû li himber hev gef li hevdû kirine pir navdar e, ev çîroka bi stran heta roja me hatiye, ev stran wisa ye;

Rojekê Xelef li hewşa qesrê sekiniye û bangî Mîr Êzdînê ku li qatê jor e dike, ji bo şerê hev û halanan dide;

– Wa Ezdinşêr! Mîrê Botan ! Ka kê pişta xwe spartiye Romiyan e. Tu dibejî Xelef ditirse ji meydanê. Ka were em îro deqên xwe li hev bidin. Emê bibînin ku kî berx e, kî beran e. Pêşde were!

– Heeeeey ! lo hûn dibînin kom û berên me hatine hemberê hev şer dikin looo.. Xelefê Şûvî, Ezdînşêr Mîre Botan. Heeeeeeey! Ezdînşêr derkeve meydan e. Şer şerê me ye!

Ez Xelef im Xelef im

hawar e mîr, hawar e mîr hawar e mîr

ez Xelef im Xelef im

Êzdînşêr mîrê Botan e

xwedîyê şûrê bi sedef im

hawar e mîr hawar e mîr hawar e mîr

nav eşîran bigef im

hawar e mîr, hawar e mîr, hawar e mîr

Êzdînşêr mîrê Botan e

ez Xelef im Xelef im

ez Xelefê kinik im

hawar e mîr, hawar e mîr, hawar e mîr

Êzdînşêr mîrê Botano

xwedîyê şûrê bi şirik im

hawar e mîr, hawar e mîr, hawar e mîr

Êzdînşêr begê begano

nav eşîran bi rik im

hawar e mîr, hawar e mîr, hawar e mîr

Êzdînşêr mîrê Botano

Bi vî awayî herduyan fort li hevdû kirine û şer kirine. Lê bi rastî dawiya mîrê Botan Mîr Êzdîn ne baş bûye. Bi bûyer-ên wisa jî her ku çûye fen û fût jê re bûye dafik û ew jî û rewşa wî jî wekî ya Bedirxan dibe. Osmanî ji ber xwestekên êzdîn şêr yên firehkirina xana xwe jî, nerehet dibin û bi dewletên din re wî jî têk dibin. Bi taybetî dibêjin Yekî înglîz nameyekê ji mîr êzdîn re dişîne û wî disekinîne.
M Çiya Mazî

dîtin: 330

Pêveker:

mîr bedirxan û botan-kurdistan