• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Mîşa Aloyan; Ez serkeftina xwe diyarî gelê xwe yê Êzîdiyê Şengalê dikim

Mîşa Aloyan; Ez serkeftina xwe diyarî gelê xwe yê Êzîdiyê Şengalê dikim


barkirin: Gelawêj 30, 2014, 1:19


Îro şêmpîyonê cîhanê yê dubare, xudanê xelata tunc ya Olîmpîada Londonê (sala 2012-a), boksyorê Rûsyayê yê navdar Mîşayê Sûrên Aloyan li ser ket û cara çaran bû şêpîyonê Rûsyayê!

Mîşa li ser textê xwe yê Facebooc`ê îro bi rûsî nivîsî ye:
«Ez îro cara çaran bûme şêmpîyonê Rûsyayê! Ez dixwezim sipasîya xwe bidime werzendvan-talîmvanê xwe Êdûard Vîktorovîç Kvarsov û hemû koma me. Ez evê serkeftina xwe dîyarî gelê xwe–êzîdîyên Şengalê dikim, gelê xweyî efat û mêrxas, yê ku ji bo ola xwe, ji bo netewa xwe, ji bo malbeta xwe û ji bo axa xweye dîrokî li ber xwe dide! Bira Xwedê ji hemû gelan bê rehmê, yên ku li cîahnê aşîtîyê û aramîyê diparêzin».

DU GILÎ JI BO WAN KESAN, KU MÎŞA ALOYAN NAS NAKIN

misa_aloyan_boxerMîşa Aloyan bi xwe Kurdekî Êzîdîye û wekî zarokekî malbateka Kurdên Êzîdî  di 23 Tebax 1988 ê li Ermenistanê navçeya Armavire gundê Bambakaşat ê hatiye dinê. Di sala 1997 ê de bi malbata xwe ve li navçeya Kemerovoya bajarê Novokuznesk a Rûsyayê bicî bû. Ji 10 saliya xwe ve bi werzişa kulmbaziyê ve mijûl dibe. Di sala 2008 ê de beşdarî pêşbirka cîhanî ya kulmbaziyê bû. Di sala 2009 ê de bû 3. ê cîhanê. Di sala 2010 ê de bû palewanê Ewrûpa. Di sala 2011 ê de bû palewanê cîhanê.

Tebaxa sala 2012-an di Olîmpîada Londonê da boksyorê Rûsyayê yê navdar Mîşayê Sûrên Aloyan li ser ket û hêjayî mêdal-xelata tunc bû. Piştî wê altindarîya mezin ewledê gelê me ji alîyê Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn va hate pêşwazîkirin û xelatkirin.
Mîşayê Sûrên vê gavê di warê sporê da bajarê Rûsyayê yê Novosîbîrskê temsîl dike. Sporvanê genc 52 kîlo ye. Ew niha li Înîstîtûta Moskvayê ya hiqûkzanîyê û Akadêmîya bajarê Kûzbasê ya amadekirina dersdaran da bi şêweyê dûreke xwendina xwe dom dike.

Em bi dil û can Mîşa pîroz û bimbarek dikin, wî ra serkeftinê û hêlalnên nû yên bilind dixwezin!

Nûçe / Prîskê Mihoyî.
Rewanbêj

 

dîtin: 361

Pêveker:

mîşa aloyan ez serkeftina xwe diyarî gelê xwe Êzîdiyê Şengalê dikim