• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Muhammedd Omer: Hinek Karsazên kurd ji DAIŞ’ê re wesait tedarik kirine…

Muhammedd Omer: Hinek Karsazên kurd ji DAIŞ’ê re wesait tedarik kirine…


barkirin: Rezber 18, 2014, 2:55


Endamê Lijneya Pêşmergeyan a Meclîsa Herêmî ya Kurdistan Muhammed Omer, daxwuyanî da rojnameya Hawlatî got; Karsazên kurd ji DAIŞ’ê re 2000 wesayit tedarik kirine. Pirê van wesaitana ji pikabên du derî pêk tên.
Muhammed Omer got: “Hinek karsazên kurd di berdêla petrolê de bi DAIŞ’ê re bazirganiyê dikin û ji bo rêxistinê 2 hezar wesait kirîne û niha em hîn bûne ku hinek karsazan bi DAIŞ’ê re bazirganî kirine; lê belê em hê nizanin hejmara wan û navê wan.”
Omer got “hinek karsazên ku bi DAIŞ’ê re bazirganî kirine hatine girtin. Berî cejna Qurbanê bi rojekê hinek karsazan 6 tankêrên petrola ku ji DAIŞ’ê kirîbûn bi alîkariya hinek Pêşmergeyan di rêya Dubz û Dakuk’ê re xistine nava Kurdistanê. Lê belê hêzên Pêşmergeyan ew gullebaran kirine, ji wan tankêran 3 heb bi şûnde vegeriyane. Hinek kesên ku têkiliya wan bi van bûyerana re hebûn hatin girtin jî, bi telefonên hinek rayedarên leşkerî serbest hatin berdan.”
Berê jî parlemeterê bizava Goran Muhammed Ali Salih gotibû ku,” di destê wan de delîlên xurt hene ku hinek karsazên kurd ji DAIŞ’ê petrol kirîne”. Berpirsê Enformasyonê ya Wazereta Pêşmergeyan Halgurd Hîkmet jî doh ji Kurdpress’ê re got ku ” hinek kesên bi DAIŞ’ê re bazirganî kirine hatine girtin û ji mahkemeyê re hatine şandin.
Rojnameya Hawlatî.

dîtin: 351

Pêveker:

muhammedd omer hinek karsazên kurd ji daiŞ