• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Gelo her du peyvên, Mujde û Mizgîn,  yek in an cuda ne

Gelo her du peyvên, Mujde û Mizgîn, yek in an cuda ne


nivîskar: Qandîl Şeyxbizînî
barkirin: Pûşper 21, 2017, 9:03


Gelo her du peyvên Mizgîn û Mujde yek in an cuda ne. Di zimanê Kurdî de gelek paşgir, pêşgir û amraznên peyvsaziyê hene, ji wan jî her du pêşgirên GÎN & DE. di vir de armanc zelalkirina her du peyvên peyvên, Mujde û Mizgîn e. gelo her du peyvên (Mujde - Mizgîn) heman peyv in an ji hev cuda ne. êvî em behsa pêşgira GÎN bikin ku di gelek peyvan de rola xwe dilîze, mînak: *Xem + gîn = xemgîn *Lez + gîn = lezgîn *Pêr + gîn = pêrgîn Heriwha gohrîna dengê ‘Z’ ji bo ‘J’ di Kurdî-Sumerî & Kurdî-nû de, mînak: Zin - Jin Zen - Jen Roj - Roj Zî+n – Jî, Jîn Ji aliyekî din ve jî paşgira DE weke paşgirekî kara di gelek peyvan de rola xwe dilîze, mînak: *Ayin+de = Ayinde *Mayin+de = Mayinde ango: Muj û Muz, an Mij û Miz yek peyv û yek reg û reh in, lê yekî girêdayê paşgira GÎN e, ya din jî girêdayê paşgira DE ye. Weke: Muj+de = Mujde Mij+de = Mijde Muz+gîn = Muzgîn Miz+gîn = Mizgîn ango: her du jî heman peyvên kevin ên Kurdî ne û her du jî Kurdî-(Sumerî) ne, di Pehlewî de jî bi peyva Mujde hatiye nivîsandin. Helbet ne pêwîst bû ku behsa cîgohrîna (i & e) bêkirin, çun ku vê yekê pirr zelal e û di gelek peyv û bêjan de dupat bûne.

 

dîtin: 28

Pêveker:

gelo her du peyvên mujde mizginyek in an cuda ne