• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Mûrsî: Bi buhaya canê xwe ezê biparêzim.

Mûrsî: Bi buhaya canê xwe ezê biparêzim.


barkirin: Pûşper 3, 2013, 11:50


Serokkomarê Misirê Muhammed Mursî bang li artêşê û gel kir. Mursî got ‘heger buhaya canê min jî be ezê rewatiya destûrî biparêzim.

Serokkomarê Misirê Muhammed Mursî di televîzyona dewletê de bang li gelê Misrê û artêşê kir û diyar kir ku bermahiyên rejîma berî ji bo têk birina aramiya welat û zemîna rewa ciwanan bi kar dihînin û hêrsa ciwanan dikin navgîna amancên xwe.

Ez parêzvanê huquqê me

Mursî da zanîn ku ji bilî wegirtina berpirsiyariyê û rawestandina şer û dijwariyê çi rêkek wî yê din nîne û wesa pêde çû: ‘Ji bo hemû gelên Misirê bangawaziya min ewe ku ez parêzwanê huquqê me. Destûr nedin ku şoreş bihête dizîn. Xudan li şoreşa 25’ê Çileyê derbikevin’. Mursî daxwaz kir ku xwîna diherike raweste û çi kes li dijî artêşê û polîsan tundiyê bikar nehîne.

Mursî balkêşa ser giringiya rejîma destûrî û diyar kir ku alternatîfa rejîma bi destûr nîne û ew jî bi hilbijartinên demokratîk bûye serokê Misirê. Mursî got ew yekem serokê komara Misrê yê rewa ye û dema ku di hilbijartinan de ser keftiye ev yek li meydana Tahrîrê pîroz kiriye.

Bi buhaya canê xwe jî ezê biparêzim

Mursî di dirêjahiya axavtina xwe de diyar kir ku heger bi buhaya canê wî jî be ewê rewatiya destûrî biparêze û got ku hindek derdor li welat dixwazin fesadiyê bikin. Mursî axavtina xwe wiha domand: ‘Hemû kes jî dizanin ku ez ne li pey kursî û payeyanim. Gelê min ez hilbijartim û haya min ji berpirsiyariyên min heye. Werin em pêk ve rewatiyê biparêzin’. Mursî amaje pêkir ku di nava şeş mehan de dê hilbijartinên perlemenê bihêne kirin û xalên destûra bingehîn yên sebaret hilbijartinan jî bihêne sererastkirin.

Mursî di axavtina xwe de bang li artêşê jî kir û diyar kir ku divê artêş her tim bi hêz be û got: ‘Çi alternatîfekê rewatiyê nîne, ez deriyê diyalogê me û li pêşberê we me. Heger bo rewatiyê xwîna min jî biherike ez amade me. Nekevin xefikan û nebin amanca yariyan’.

MEydana Tahrîrê: Mursî here

Axavtina Mursî li meydana Tahrîrê ji aliyê xwepêşanderên ve bi awayek zindî hate temaşekirin û piştî axavtinê girseya li Tahrîrê bersiv da û got: ‘Mursî here!.

dîtin: 292

Pêveker:

mûrsî bi buhaya canê xwe ezê biparêzim