• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

Mûsa li Kobanê li Silêmaniyê tê nîşandan | VÎDEO


barkirin: Rezber 31, 2015, 7:01
xwendin: 274


Di roja Cîhanî ya Kobanê de biryare belgefîlma ku derbarê berxwedan û şerê Sniperê Kurd, Mûsa Li bajarê Sîlêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê bê nîşandan.

Navê belgefîlmê ’’Mûsa li Kobanê’’ ye û ji aliyê derhênerê Kurd Beşdar Hejar ve hatiye amade kirin.

Biryare sibê 1’ê Mijdarê, Roja Cîhanî ya Kobanê, demjimêr 18:00’ê li Sinema City a bajarê Silêmaniyê bê nîşandan.

Herdem Mûsa (25) xelkê bajarê Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê bû ku piştî şerê Kobanê xwe gihande Rojavayê Kurdistanê. Navbirî bi navê ’’Mûsa Kobanê’’ dihate naskirin. Mûsa Sniper bû û di şerê Kobanê de bala gelek medyayên cîhanê ber bi xwe ve kişand. Di hevpeyvîne xwe de Mûsa gotibû: ’’Nayê bîra min guleyekî min bi heder çûbe, bi her guleyeke min endamekî DAIŞ’ê hatiye kuştin. Dema diçûme ser termê wan min dizanî jkîjan ji wan bi guleya min hatiye kuştin’’.

Şervan Musa roja 08. 04.2015’ê de di şerê berxwedana Kobanê de li eniya başûrê bajêr de di encama êrişeke şervanên YPG’ê bo ser terorîstên DAIŞ’ê de şehîd bû.

Roja Cîhanî ya Kobanê

Di meha Cotmehê an jî çiriya paşîn a 2014’ ê de Komisyona Hemwelatiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewrûpa (EUTCC) yê û destpêşxeriya ’’Peace Comping’’ ve bangek hate kirin. Banga van saziyan; -Dijî DAÎŞ ji bo Kobanî û mirovatiyê helmeta cîhanî- bû.

Ji bo vê bangê di roja yekem de 130 kesên navdar yên cîhanî kaşeya xwe li bin xistin.

Bi vê mebestê vê rêxistina cîhanî ya dijî DAÎŞ bang li cîhanê kirin ku 1 ê Sermawêzê derkevin kolanan û vê peyamê bidin leyistikvanên mezin. – Siyaseteke dîtir jî dikare bête meşandin-.

Di nava hefteyekê de olana vê bangê zêde bû û li cîhanê belav bû. Îro bo vê mebestê li her deverê cîhanê cara yekeme ku gelên dîtir yên cîhanê evqas ji bo Kurdan radibin ser piyan û dadikevin kolanan.

Pêveker:

mûsa li kobanê li silêmaniyê nîşandan vÎdeo