• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Piştî keça wî bû Musliman keçe xwe kuşt

Piştî keça wî bû Musliman keçe xwe kuşt


barkirin: Gulan 3, 2014, 7:45


Çavkaniyeke ewlekariyê ragihnd ku, kesekî Fileh (Xirîstiyan) li gundê El Wehadune ya parêzgeha Ecelon ya li Bakurê Urdun`ê bavê keçekê yê 70 salî piştî pêhesiya ku keça wî ya xwendekar ya temen 20 salî bûye Musliman, çend kevir li serê wê de ew kuşt.

Piştî kuştina wê arîşe li ser cihê veşartina termê wê keçikê derket û bavê keçikê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hat desteserkirin û lêpirsîn digel wî hîna berdewame.

Hêjayî gotinê ye ku, rêjeya akinciyê olê Fileh (Xirîstiyan) li welatê Urdun`ê ji (% 6 `e) ku hejmara akinciyên Urdun`ê bi giştî (6,8) Milyon kes in, lê piraniya akinciyên wî welatî Muslimanên mezheb Sunne ne.

dîtin: 511

Pêveker:

piştî keça musliman keçe xwe kuşt