• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

Mustafa Yildizdogan Strana Bi Navê ''Ölürüm Türkiyem'' Ji kurdan Diziye


barkirin: Gelawêj 10, 2017, 6:42


Mustafa Yildizdogan Strana Bi Navê ''Ölürüm Türkiyem'' Ji kurdan Diziye

Navê stranê ya resen ''Dayê Dayê'' ye.

Strana nijatperestên tirk ku di her fersendê de guhdarî dikirin a bi navê ''Ölürüm Türkiyem'' (ez ê bo te bimirim Tirkiye) straneke diziyê derket. 

Nijadperestê tirk Mustafa Yildizdogan îda kiribû ku ev stran a wî ye. Lê hat zanîn ku wî ev stran di sala 1993'yan de ji Koma Dengê Qamişlo diziye. 

Li gorî vîdyoya li ser Twitterê yê li ser navê @eyalet_lordu  hatiye parvekirin, tê dîtin ku strana bi navê ''Ölürüm Türkiyem'' (ez ê bo te bimirim Tirkiye) ya Koma Dengê Qamişlo ye. 

Wekî tê zanîn Mustafa yildizdogan ê nijadperest stran di sala 1993'an de derxistiye. Lê  Koma Dengê Qamişlo ev stran di sala 1986'an de derxistiye. Dema ku mirov dîroka derketina strana Mustafa Yildizdogan ê nijadperest û Koma Dengê Qamişlo dide ber hev pir hêsan xuya dike ku Mustafa Yildizdogan ê nijadperest ev stran ji Koma Dengê Qamişlo diziye. Navê wê stranê ya resen a ku Koma Dengê Qamişlo gotiye ye.

Piştî ku hat zanîn stran ji aliyê Mustafa yildizdogan ê nijadperest ve hatiye dizîn, di Twitterê de taga bi navê #HırsızMustafaYıldızdoğan (Mustafa Yildizdoganê dizek) hat vekirin. Ev demeke her kes li ser vê tagê diaxive.

dîtin: 64

Pêveker:

mustafa yildizdogan sitran dizi