• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Namahrem; keça wî ji bo “şerefê” mir

Namahrem; keça wî ji bo “şerefê” mir


barkirin: Gelawêj 13, 2015, 9:18


Bila keça min bifetise lê destê ”Namehrem” lê nekeve

 

Li Dubai yê, bavekî Ereb îzin neda melevanan keça vî ya bîst salî ku li lêvara Dubai yê de xeniqî rizgar bikin.

Vî ji polîsan re gotiye ku nedixwest kesên ”Namehrem” dest li laşê keça vî bidin.

Vê nûçeyê di demeke kêm de serdêra piraniya medyayên Erebî û cîhanî dagirt.

 

Ev malbata Ereb ji bo melevanî û seyranê çûbûne lêvara behrê, zarokan avjenî dikir ku ji nişkave dengê hewara keça wan bilind bû.

Dema du melevanên xelkparêz dixwestin keçikê rizgar bikin, bavê wê rê li wan girt û tevî şerê herdu aliyan jî, lê bavê keçikê rê nade keça vî bê rizgar kirin.

Li gor medyayên Erebî, bavê keçikê ji melevanan re gotiye: ”tercîh didim keça min bifetise, ne ku destê zilamên namehrem li laşê wê bikeve û şerefa me lekedar bibe.”

Bavê keçikê niha ji aliyê polîsê Dubai ve yê desteser e. Tevî ku Dubai bûye yek ji navendên torîzm û seyrangeha xelkê seranserê cîhanê, lê hizrên radîkal yên îslamî lê zêde ye.

Maç kirin û dest lêdana hevseran li cihên giştî bê edebî û karekî derveyî qanûnê tê hesibandin û ji bo peywendiya cinsî ya derveyî zewacê, tazî bûn li cihên giştî cezayê dûrxistin yan girtîgehê tê birîn.

aas

dîtin: 337

Pêveker:

namahrem keça ji bo