• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
NASAyê Ragihnadina 10 Asteroidên Xeternak Pêk Anî

NASAyê Ragihnadina 10 Asteroidên Xeternak Pêk Anî


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Hêzîran 23, 2017, 11:19


Esmannasên NASAyê li ser çalakiya stêrkên bidûv yên li hawirdora rojgera me dizivirin, hişyarî dan. NASAyê bi vîdyoyekê ku di destpêka vê hefteyê de hatibû weşandin, danasîna 10 asteroîdên bixeter yên rojgera me tehdît dikin, pêk anî.

 

Dîmenên berkevirî ji Neowiseyê ne, Neowise kargeha fezayê ya NASAyê ye û ji xebatên li ser asteroîdan berpirsiyar e û bi berdewamî xebatên xwe li ser rêç û şopa asteroîdan pêk dihîne. Lêkolînerên NASAyê sala çûyî vedîtina 10 asteroîdên nû yên xeternak û 96 stêrkên bidûv pêk anî. Lêkolînerên ku analîzên xwe li ser daneyên berhevkirî pêk anîne, çalakiyên asteroîd û stêrkên bidûv yên gav bi gav zêdebûne, nikarin vebêjin. Esmannasên Çekyayî wiha dibêjin; "Her ku dihere rîska li hev ketina rojgera me û asteroîdekê ya ji barana meteorên Tauridsê zêde dibe."

 

Esmannasên Çekyayê bi xebata xwe şaxeke nû ya Tauridsê ya bi du asteroîd in û eşkela asteroîdan kêmzêde 300 metreyê ne, vedibînin. Akademiya Zanistê ya li Çekyayê ye dîtinên xwe wiha raberî me dikin; "Dibe ku di wê şaxê nû de hin asteroîdên cihêreng yên xwediyê eşkêlên cuda ne, hebin. Her ku barana meteorên Tauridsê destpê dike û rojgera me bi wê baranê re rû bi rû dimîne, xeteriya li hev ketinê jî zêde dibe. Şaxa nû ya Tauridsê li hawirdora rojê diçerixe û di çend salan de carekê bi qasî sê hefteyê nêzikî rojgera me dibe, û di wê periyodê de dikare rûdaneke nexweş biqewime."

NASA lêzêde dike û wiha dibêje; "Asteroîd pirr bixeter in, lê dema eşkêla asteroîdan bi qasî yên 10 stêrkên bidûv bin, dikarin têkevin atmosferê û rîska li hev ketina rojgera me û stêrkên bidûv jî qat bi qat zêde dibe."

 

'Near Earth Object (NEO)' asteroîdek e û ji ber hêzekêş an jî rakêşa rojgerên di pergala rojê de ji rêgeha xwe derdikevin û nêzikî rojgera me dibin. Neowise di meheya kanûnê ya sala 2013an de hatiye sazkirin û heya vê gavê 693 heb NEO tespît kiriye, ji 693 NEOyên vedîtî 114 yên nû ne. NEO heya a niha vedîtina asteroîdên cihêreng yên rojgera me tehdît dikin, pêk aniye. Her yek ji asteroîdên vedîtî, xwediyê taybetmendiyên xweser in. Mesela asteroîda bi navê 2015 BN509 ku di meheya sibatê de pirr nêzikî rojgera me bû, lê li rojgera me neketibû, ji aliyê NEOyê hatibû vedîtin.

 

Çavkanî: NASA

dîtin: 171

Pêveker:

asteroîd stêrkên bidûv nasa xeternak rojger